Xizmên windayan aqûbeta windayên xwe pirsin

  • 12:56 5 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan di hefteya 604’emîn de çalakiya xwe ya bila winda bê dîtin û faîl bên darizandin li dar xistin.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 604'emîn de, çalakiya xwe ya "Bila winda bûn dîtin, faîl bên darizandin" li ser medyaya civakî li dar xist. Di çalakiya vê heftê de aqûbet Abûbekir Aras ê di 13’yê tîrmeha 1994’an de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavirin û bi îşkenceya elektirîkê hatibû qetilkirin, hat pirsîn.
 
Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Demîr serpêhatiya Ebûbekîr dema hat binçavkirin windakirin vegot. Ezgî, destnîşan kir ku 13’yê Tîrmeha 1994’an hêzên dewletê bi panzeran avêtin ser garaca ku Ebûbekîr Aras nobedariya wê dikir û ew  binçav kir û got: “Birayê Ebûbekîr Abdurrahman Aras jî piştî bûyerê çû Midûryeta Emniyetê ya navçeyê, ji bo wî hat gotin ku şeva roja ku birayê wî hat binçavkirin, hatiye berdan
 
Li ser vê birayê Ebûbekir Abdulrrahman Aras li gel 5 kesên bi Ebûbekir re hatibûn binçavkirin û piştî hefteyekê hatin berdan, axiviye. Her 5 kesan jî diyar kir ku bi hev re hatibûn binçavkirin û îşkenceyek giran lê hatine kirin û heta îşkenceya elektirîkê li wan kirine. Ebûbekir ji ber elektirîka zêde jiyana xwe ji dest dide, piştre jî ji ber vê mirinê êdî îşkenceya elektirîkê li 5 kesên din nakin.
 
Her 5 kes ji ber şert û mercên demê ji bo bûyerê şahidî nekirin. Birayê Ebûbekir diçe Emiyeta Navçeya Cizîrê û gotinên kesên ku şahidî kirine vedibêje. Dema birayê Ebûbekir vê dibêje polîsên bi navê Ramazan û Îbrahîm diyar dikin ku Ebûbekir dijî û ji ber hinek sedeman divê sebir bikin.
 
Têkildarî mijarê Midûryeta Emniyetê ya Cizîrê belgeyeke ya têkildarî binçavkirina Ebûbekir û berdana wî amade dike. Di belgeyê de dîroka binçavkirinê 17’ê tîrmeha 1994’an di saet 05:00’ê sibê tê nîşandan. Dîroka berdanê jî heman rojê saet di 20:30’ê şevê detê nivîsîn. Lê tevî ku xwendin û nivîsîna Ebûbekir hebû, lê li jêra belgeyê mohra tilî hebû. Dîsa dîroka li ser belgeyê ya binçavkirinê rastiyê nîşan nade. Tevî hemû hewldanan Ebûbekir ê hate destgîrkirin ti agahiyek nayê girtin.”