Dayikên Aştiyê: Heke aştî xwestin sûc be em jî sûcdar in

  • 10:30 5 Îlon 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî nêzîkatiya li hemberî Makbûle Ozbek dan û gotin: “Makbûle ji bo dayikên din heman êşê nejîn her tim di nava têkoşînê de bû. Lê bedela daxwaza aştiyê girtin bû. Heke Makbûle sûcdar e em jî sûcdar in.”
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya 72 salî Makbûle Ozbek, li Girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir. Makbûle rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîlê. Ligel ku niha nexweşxanê ye û rewşa wê krîtîk e, duh biryara serbest berdana wê hat dayîn. Derbarê mijarê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Li vî welatî dad tune ye’
 
Raîfe Ozbek di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser pergala dewletê ya Tirkiyeyê û got: “Li Tirkiyeyê bi qasî 40 salan zêdetir e şer û pevçûn bê navber didom e. Ev şer ji canê me can stend. Em koçber bûn, em hatin kuştin û hatin girtin. Di nav şer de em hatin çewisandin. Lê timî daxwaza me bû aştî. Hûn dibînin ji bo aştiyê, ji bo dadê mirov canê xwe didin ber mirinê. Lê dad, hiqûq û edalet tune ye. Ji 7 salî heta 70 salî kurd li girtîgehe ne. Ne li temen, ne li rewşa wan ya tendirustiyê tê temaşe kirin. Dayika Makbûle tenê yek ji wan kesane ku bê dad hatiye girtin e. Bi hezaran kurd bêy ku sûcek bikin di heman temenê de ketine girtîgehan û gelek kes ji bo vê yekê ji di nav van dîwaran de jiyana xwe ji dest dane. Em naxwazin êdî bê dad can ji me werin stendin.”
 
‘Gelek nexweşiyên wê hebûn’ 
 
Raîfe di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ger tiştek bi dayika Makbûle were berpirsyarê wê dewlet e û wiha berdewam kir: “Makbûle temenê wê ji 70’yê jortir bû. Gelek nexweşiyên wê hebûn. Heta hat pêşniyar kirin ku cezayê malê bidin ê lê bi şika wê bireve erê nekirin. Heta ku rewşa wê xeter nebûya wê tahliye nekirin. Ger îro dayika Makbûle di nexweşxaneyê de ye her kesek divê xwe lêpirsîn bike.”
 
‘Dixwazin me bêdeng bikin’
 
Gulîstan Erek, da zanîn ku li Tirkiyeyê bi hezaran êrîşkar û tecawizkar hatin berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew niha bi heman awayî sûcên xwe dubare dikin. Lê kesekî ku aştiyê dixwaze niha girtî ne. Ev armanca desthilatdaran eşkere dike. Dixwazin kelepçe li aştiyê bidin. Di jiyana xwe de tiştekî ku me ne jiyaye tune ye û her tim armancek yê me hebû ew ji aştî. Ji ber vê yekê jî, ji me ditirsin. Dayika Makbûle ne dayika yekem e ku rastî vê nêzîkatiyê tê. Bi sed hezaran dayikên me vê yekê dijîn. Dixwazin wan bêdeng bikin ku bila êdî aştiyê neqêrin. Lê em ê her tim vê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidin berdewam kirin. Li dijî dilnexwazan em ê daxwazên xwe bi serxin.”
 
‘Min dît bila kesek din nebîn e’
 
Nazîme Yurek di axaftina xwe de wiha behsa gotinên Makbûleyê kir: “Dayika Makbûle her tim digot ‘Kezeba min şewitî bila yê tu dayikên din neşewite. Min dît bila kesek din nebîne û ji ber wê yekê ji ez ê her tim têkoşîna aştiyê bidim.’  Dayika Makbûle û hemû dayikên me di vê xetê de dimeşiyan. Ev xeta me ya sor bû. Me ji bo hemû gelan vê yekê dixwest ne tenê ji bo Gelê Kurd bû. Lê ji vê yekê re her tim dewlet ker û kor bû. Her tim êrîşek li hemberî dayikên aştiyê heye. Mînaka vê jî dayika Makbûle ye.”
 
‘Ger aştî sûc be werin me ji bigirin’
 
Nazîme da zanîn ku heke aştî xwestin sûc be bila werin hemû dayikên aştiyê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bi salane em li kêleka dayika Makbûleyê bûn. Bi wê re em ji bo aştiyê qêriyan. Ger ev yek sûc be me jî vê sûcê kiriyê bila bên me jî bigirin. Hûn dixwazin qêrînên me bêdeng bikin. Dayikek temenê wê ewqas mezin xistine di nav çar dîwaran de. Dibêjin korona ji kesên temenê wan mezin û nexweşiya wan ya kronik hene re jehre. Lê vaye dixwazin dayika me jehr bikin. Tiştek li dayika Makbûle were berpirsyar hûn in.”