Şêniyên Êlihê: Dema mijar dibe kurd qanûn diguherin

  • 09:04 5 Îlon 2020
  • Rojane
ÊLIH - Şêniyên li Êlihê bertek nîşanî serbest berdana Mûsa Orhan da û gotin: “Dema mijar dibe kurd û Kurdistan qanûn jî diguherin. Êdî edalet namaye û lê jin bi avakirina yekitiyê dikarin li dijî wan kiryaran bisekînin.” 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberi serbest berdana çawîşê pispor Mûsa Orhan didome. Îpek Er ji bo dengê xwe bide bihistandin û Mûsa Er ceza bigire dawî li jiyana xwe anîbû. Ji roja ku bûyer derket holê û heta îro çalakiyên şermezar kirinê hatin lidarxistin û bi taybetî jî li ser medyaya civakî bêtir bû rojevî.  Şêniyên li Êlihê bertek û nêrazîbûnên xwe ya li hemberî bûyerê ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Divê jin mafê xwe biparêzin’
 
Sevîm Tekîn: Em ji gotinên Işil Ozgenturk pir aciz in û divê lêborîna xwe ji gelê Êlîhê bixwaze. Her wiha Mûsa Orhan bêexlaqiyê kir, dewlet li ber çavên raya giştî piştgirî da wî. Gotin ji erka xwe hatiye îxraç kirin lê ew bê mane ye. Lê ew kes bi rêbazek din dê bê ser karê xwe. Em wan şermezar dikin. Divê jin heta dawiye mafê xwe biparêzin. Di heman demê de divê dengê xwe derxin.
 
‘Kujer nayên darizandin’
 
Lava Elcuma: Em êdî naxwazin jin werin qetilkirin. Sedema zêdebûna qetîl kirina jinan ew e ku kujer nayên darizandin û ji aliyê dewletê jî tê parastin. Me di bûyera Îpek Er de dît ku Musa Orhan hat berdan. Ango em di bin telûkeyê de ne. Wê çi were serê me em nizanin.
 
‘Bila kes qala edaletê neke’
 
Mîzgîn Şahîn: Divê tu kes di van rewşan de qala edaletê neke. Rojek nema ye ku em xeberê ku jinek hatiye qetîl kirin bibihîzin. Ne bi taybetî li Êlîhê li her dere jin tên kuştin û bi şîdetê re rûbirû dimînin. Ew nûçeya ku li ser jinên Êlîhê hatibû nivisandin jî em wê jinê şermezar dikin. Li ser Êlîhê tu tiştek nezaniye ku wan tiştan gotiye.
 
‘Divê malbat xwedî li zarokên xwe derkevin’
 
Halîme Şahîn: Çima jinên me yên ciwan çawiş û hêzên paramiliterê a dewletê tercih dikin. Bila nekin. Di vê mijarê de malbat jî xwedî rolek girîng in. Divê xwedî li zarokên xwe derkevin û nehêlin pey tiştên wisa re biçin.
 
‘Sedem pergala heyî ye’
 
Fatoş: Tahlîye kirina Musa Orhan di hişê me de pirsan ava kir. Sedemê van mijaran giredayê pergala mewcûd e. Divê em jin ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran bibin yek. Ne tenê jin, di heman demê de mêr jî divê piştgirî bidin ji ber ku ew mijarekê bi giredayiya ferasete ye. Ger ku feraset xirab be em nikarin pêşî wan bûyeran bigirin.
 
‘Yekitiya jinan hewce ye’
 
Atiye Taşgun: Divê jin bibin yek û rabin ser piyan. Li ser navê jinan pir tiştên qirêj tên meşandin. Ez hem edalet, hem ew kiryara Îpek’ê hem jî ew niviskara ku li ser jinên me nûçe nivisîbû şermezar dikim. Bila jin heqê Îpek’ê bigerin, wê nedin jibîr kirin.  Divê jinên me hişmendiya xwe xurt bikin û ji aliyê dijmin ve neyên xapandin.
 
‘Serbest berdana kujeran rê li ber kuştinan vedike’
 
Zeyneb Aslan: Divê kiryara Îpek’ê bi cezayek giran bihata darizandin. Serbest berdana wî pêşiya tundî û tacîza jinan zêdetir vedike. Jin her tim neheqiyê dijîn, divê jin bi piştgiriyek xurt mafên xwe bigerin.  Jin divê bi hêz bibin û li ser piyan bisekinin.
 
‘Dema mijar dibe kurd qanûn jî diguherin’
 
Mîzgîn Çeken: Em serbest berdana Mûsa Orhan napêjirînin û li her dere dê mafê Îpekê bigerin. Tu kes ne ehmeq e ku nezanibe ew kiryar çawa hatiye berdan. Ji bo ku navê dewletê xirab nebe wisa dikin lê xwe ber çavên gel bêhtir xirab kirin. Dema ku mijar bû kurd û herêmên Kurdistanê hemû gotin û qanûn diguherin.
 
‘Li Tirkiyeyê edalet nîne’
 
Nalan Çeken: Edaleta medyaya civakî ji edaleta Tirkiyeyê girantir tê. Her wiha Mûsa Orhan jî tê parastin. Mijarek din jî ku Işil Ozgenturk li ser jinên Êlîhê nivisîbû pir şaş bû. Em wê şermezar dikin. Li gorî min divê bi xwe were Êlîhê û li vir bijî.