Komxebata Akedemiya Civaka Demokratîk dest pê kir

  • 12:38 4 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê komxebat li ser şerê taybet û bandorên li ser civakê li da rxist.
 
Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê komxebat li ser şerê taybet û bandorên wê li ser Civakê û civaka çawa xwe jê biparêze,  li dijî şerê taybet yên weke: sîxûrî, fihûş û madeyên hişbirê, ronîkirin û zanekirina civakêye li hola Ronîwar hat li darxistin. Di komxebatê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, parêzer, enderzyar û bijîşk beşdar bûn. Hola komxebatê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wêneyên Akademiya Civaka Demokratîk hatibû xemilandin. Her wiha ev komxebat li ser asta herêmê cara dûyemîn e tê li darxistin. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê komîteya amedekar Şervan Mislim axivî.
 
'Pêwîste rê li pêşiya şerê taybet bê girtin'
 
Şervan da zanîn ku şerê taybet bandoreke gelek mezin li ser civakê dike û bi taybet li ser ciwanan û wiha got: "Ev demeke dirêje şerê taybet li ser civaka me zêde bûye, me wek Akademiya Civaka Demokratîk me pêwîstî bi li dar xistina komxebateke wiha dît. Ji ber şerê taybet, madeyên hişbirînê û fihûşê xwe wek polîtîk di nava civakê de roleke mezin dide lîskandin. Wê ev komxebat du rojan berdewam bike, di roja duyemîn de em ê bi rêya nîqaşan biryar û encamên baş derxin."
 
Paşê jî endamê Akedimiya Civaka Demokratî Ciwan Agirî belgenameyek li ser şerê taybet xwend.
 
Komxebat bi nîqaşan didome.