Jina aştîxwaz li girtigehê qeyrana dil derbas kir

  • 09:15 4 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek a 72 salî li Girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir. Makbule rakirin nexweşxaneyê û niha di beşa venêrtina zêde de tedawî dibe.
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya 72 salî Makbule Ozbek, li girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir. Makbule rakirin nexweşxaneyê û niha di beşa venêrtina zêde de tedawî debe. Makbule di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û girtin. Parêzeran ji bo Makbuleyê bê bertan îtîraz kiribû, lê daxwaza parêzeran bi îdeaya "Şika bireve heye" red kiribûn.