‘Em ê hêza xwe ya rêxistinkirî bidomînin’

  • 09:10 4 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît diyar kir ku AKP cesaretê dide mêran û li bajarên kurdan polîtîkayek taybet xistiye dewrê û got: “Her çiqas êrîşên dewletê zêde bin jî, têkoşîna me ya rêxistinkirî heye, em ê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin.”
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcan Kaçmaz Sagyîgît polîtîkayên dewletê yên li jinên kurd nirxand û daxuyakirin ku pergala serdest ya mêr li ser bedena jinê desthlatdariya xwe didomîne û bi taybet jî di vê pêvajoya ku têkoşîna jinê bilind bûye de, zextên dewletê jî zêde bûne.
 
‘Mînaka Mûsa Orhan polîtîka şerê taybete’
 
Gulcanê bi lêv kir ku demên dawî de derbarê ku hikûmet ji Peymana Stenbolê vedikişe de nîqaş tên meşandin û ev jî polîtîka dewletê ya der barê jinan de derdixe holê û ev tişt anî ziman: “Bi taybet li bajarên kurdan polîtîka qirkirina jinê xistine jiyanê, polîtîkayek cuda ya şer heye. Ev di mînaka dawî ya Musa Orhan de tê dîtin. Çend rojan girtî û piştre hat berdan. Gotin ku ‘ji cendermeyan îxrac kirine’ û hewl dan ku nebza gel bipîvin. Ev gotin ji bo xistina berteka rayagiştî bû, polîtîkayek şerê taybete.”
 
‘Gulîstan nayê dîtin, daxwazin bibînin’
 
Gulcanê balkişand ser xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya bi mehane windaye û got: “Naxwazin Gulîstanê bibînin. Bavê gumanbar Zaynal, dîsa polîse, ji ber vê jî tê parastin. Em wisa dinirxînin. Ger hikûmet bixwaze bi awayek cidî pêngavê bavêje divê Peymana Stenbolê bixe jiyanê.”
 
‘Em pirsgirêkên li ser zîhniyetê dinirxînin’
 
Gulcanê nivîsa nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Işil Ozgenturk ya der barê jinên Êlihê de nivîsiye jî rexne kir û wiha pê de çû: “Li gorî min ev kes ji xebatên li vir tên meşandinê ne agahdare. Ji pergala hevserokatiyê ne xwedî agahiye. Nizane ku jin çawan di têkoşînê de cih digirin. Ev bi xebateke nivîskî ya girêdayê vê pergalê dertê pêş me. Dema em van îfade dikin jî tenê li ser mêran nameşînin, ji ser zîhniyetê van pirsgirêkan dinirxînin. Îro Işil Ozgenturk sibê wê kesek din be. Ev pirsgirêka nêrînê ya li hember kurdan e.”
 
‘AKP ji jinan ditirse’
 
Gulcanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pêvajoya AKP’ê de mêrê gumanbarê şîdetê cesareta ‘tiştek bi min nayê, çawa jî be polîtîkayek bêcezabûnê heye’ digire û wiha got: “Bi qasî di çapemeniyê de tê dîtin em şîdeta li ser jinê dibînin. Lê yên em nizanin jî hene. Yek ji berpirsê şîdetê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ye. Ev tenê rewşeke ku îro eleqeder dike nîne. Em behsa hezar salan dikin. Polîtîkayek qirkirinê ya AKP’ê ku 17-18 sale xistiye jiyanê heye. Sedema vê jî ev e ku AKP ji jinan ditirse. Divê em xeta têkoşîna hevpar ava bikin, ji ser têkoşîna rêxistinkirî bikin jiyanê. Wekê din alternatîfa me tune. Têkoşîna me ya rêxistinkirî heye û em ê heta dawî vê bimeşînin.”