'Êşa me her tim wek birînekê di dilê me de ye'

  • 09:08 4 Îlon 2020
  • Rojane
 
ŞIRNEX -  Li Cizîrê qedexeya derketina derve ya ewil di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin û 9 rojan berdewam kir, hîn êş û şopên wan rojan wek roja ewil e. Xizmên kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan anîn ziman ku ew 5 sal in li edaletê digerin û tu carî hovîtiya pêk hatî ji bîr nakin. 
 
Li navçeya Şirnexê ya Cizîrê berxwedan ji salên 90’î vir de berdewam dike û ya herê mezin jî berxwedana xweseriyê ya bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyane” bû. Gotina “Bi me ser bilind bin” a Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç  ku wek mîrasek ma. Di 4’ê Îlona 2015’an de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve qedexeya derketina derve li Cizîrê îlan kir û heta 12’ê Îlona 2015’an berdewam kir. Li Cizîrê bi anonsan “Heta fermanek duyemîn qedexeya derketina derve hat îlankirin” deng vedida, piştre jî şebekeyên avê hatin qutkirin û înternat hatin birîn. Li bajêr ketin û derketina derve hat qedexekirin û bajêr bi maşîneyên leşkeri ve hat dorpêçkirin. Piştî qedexeyê navçe bi tank û topan hat wêrankirin û ji pitika 35 rojî bigire heta welatiyên 70 salî bi giştî 21 kesî jiyan xwe ji dest da. 
 
Bi awayî girseyî hatin definkirin
 
21 kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi alên kesk, sor û zer û bi tevlîbûne hezaran kesan bi awayek girseyî hatin definkirin. Saît Çagdavul (19), Mehmet Emîn Levent (21), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Meryem Sûne (53), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Ozgûr Taşkin (17), Bûnyamîn Îrcî (14), Selman Agar (10), Seyît Eşref Erdîn (59), Maşallah Edîn (35), Zeynep Taşkin (18), Muhammed Tahîr Yaramiş (pitika 35 rojî), Mehmet Erdogan (75), Mehmet Dokmen (71), Mehmet Saît Nayci (17), Haci Ata Borçîn (70), Gadban (Xetban) Bûlbûl (78), Îbrahîm Çîçek (80) ve Şahîn Açik (70). 
 
'Em bîr nakin û nadin jibîrkirin' 
 
Di qedexeyê de ji 21 kesên ku jiyana xwe ji destdan yek jî Seyît Eşref Erdîn ê 59 salî ye. Hevjîna Seyît Erdîn, Mevlûde Erdîn wiha behsa bûyerê kir: "3 saet derbas bû lê deng ji hevjînê min derneket. Piştî ku zarok dibînin bavê wan erdê dirêjkiriye qêrdikin. 9 rojan me nekarî em derkevin derve. Kesekî kal çima dikûjin em fêm nakin. Hevjîna min çi bi wan kiribû. 3 sal şûnde serdozgeriyê bi qargoyê fanêleyê hevjînê min yê dema hat qetilkirin lê bû şandin. Bi vî awayî dixwazin carekedin êşê li me bidin kişandin. Dema me wê fanêleyê dît êş ket dilême û em giriyan. Em tu carî wê rojê ji bîr nakin. Neheqî hemû kesan kuştin. Lê belê 5 sal in edalet pêk nehatiye. Kujer hêj serbest in. Dosyeyên ku hatine vekirin de tu pêşketin tuneye. Em tu carî hovîtiya hat jiyîn jibîrnakin û em ê nedin jibîrkirin. Êşa me tim wek birînekî di dilê me de ye.”
 
'Li ber çavên min kurê min kuştin' 
 
Selman Agar ê 10 salî ku li ber deriyê mala xwe hat kuştin, dayika Selman, Rahîme Agar, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema kurê min hat kuştin hemû cîhan li ber çavên min reş bû. Kurê min diçû pola 5’emîn û nû ketibû 10 saliya xwe. Li malê xeynî min û bûka min kesekî tune bû. Hevjînê min li sûkê asê mabû nikaribû bihata, kurekê min leşker û kurekê min jî li Stenbolê bû. Hevjînê min ji ber cihê ku asê mabû de nexweş dikeve û diçe nexweşxaneyê. Vê demê kurê min Selman jî radikirin nexweşxaneyê. Kurê min li ber hevjînê min de derbas dikin, lê hevjînê min lê nasnake û nedifikirî ku kurê wî be. Kurê min li ber deriyê malê li ber çavên min hat kuştin. Ez ê tu carî wê rojê ji bîr nakim û ez ê nedim ji bîr kirin jî. Mirina zarokekî li dayiyekî dane nîşandan. Kesên ku kurê min kuştin bila rojên xweş nebîne.”
 
'Em tenê edaletê dixwazin' 
 
Rahîme, destnîşan kir ku 5 sal derbas bûye lê hêj jî edalet pêk nehatiye û got: “Em 5 sal in edaletê digerin. Divê baş bêzanîn ku kesên ku kurê min kuştin ew terorîst in. Em ê heta dawiyê li pey vî doza xwe bin û em ê dev jê bernedin. Em tenê edaletê dixwazin. Em ji dewletê tu tiştekî naxwazin. Ji xwe hêviya me ji dewletê tuneye.”