‘Çêkirina nanê sêlê yek ji çandên me yên kevnar e’

  • 09:06 4 Îlon 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Ewniya Mihmed li ser pêjandina nanê sêlê û girêdana bi çanda kevnar re nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Pêjandina nanê sêlê yek ji çanda jinê ya kevnar e. Ev yek girêdana me bi çandê re xurt dike û dihêlê ku em ji bo jiyanê di nav tevgerê de bin.”  
 
Pêjandina nan bi destê jinê wekî çandeke jinê ye. Bi taybet jinên gundan vê çandê pêş dixin û diparêzin. Nanê sêlê jî yek ji cureyên nan e. Ev nan tenik tê çêkirin û bi xwarinên giran yên bi dohn re tê xwarin. Ji bo pêjandina vî nanî cîran li hev kom dibin û bi hev re dibin alîkar. Jina bi navê  Ewniya Mihmed li ser pêjandina nanê sêlê û girêdana bi çanda kevnar re nirxandin kir.
 
'Me ev çand ji dayik û dapîrên xwe girtiye'
 
Ewniya di despêka axaftina xwe de behsa çêkirina xwarinên kevnar ên kurdan kir û wiha got: ”Em çanda xwe ya kevnar li gundan diparêzin. Hemû pêwistiyên me ji malê ne û tu caran ji derve em tiştekî nayinin. Em pêjandina nan û xwarinên kurdan ji dayik û dapîrên xwe fêr bûne. Em ji bo zivistanê jî xwarinê xwe ji havînê de bi destên xwe amade dikin.”
 
 ‘Divê em çanda xwe biparêzin’
 
Ewniya li ser pêjandinan nanê sêlê ku bi kîjan xwarinan re tê xwarin jî got: ”Danê ku li fabrîkayan û li firinan tê çêkirin li her derê heye, lê em heta niha jî nanê xwe li malê dipêjin.  Nanê tenûrê û nanê sêlê ji malên me qut nabe. Di dema pêjandina nanê sêlê de divê destên mirov sivik bin  ji ber ku divê ev nan tenik bê çêkirin. Mirovên gundan pir jê hezdikin. Ev nan bi xwarinên bi dohn re tê xwarin. Ji ber ku nan bi van xwarinan re xweş tê xwarin.  Herwekî din sibeha zû bi mast û penêr re jî tê xwarin. Keda ku dayik di ber çêkirina nan de dibînin pir pîroz e. Li ber agir û germahiyê vê kedê didin. Divê em vê kevneşopiya xwe ji bîr nekin û biparêzin.” 
 
‘Pêwist e em çanda xwe ya xwarinên berê biparêzin’
 
Ewniya di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku dev ji çanda xwe bernedin û wiha bi dawî kir:”Banga min ji hemû jinan re heye ku hertim xwarinên xwe yên kevnar çêbikin ku neyên windakirin. Ez hevî dikim ku her kes zarokên xwe fêrî çanda xwe bike. Bi hêviya ku her kes zarokên xwe û nîfşên nû fêrî çanda xwe bike.”