Jinên siyasetmedar: Em nahêlin peyman bê betalkirin

  • 09:03 4 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar, li dijî hewldanên betalkirina Peymana Stenbolê bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Tundî û qetilkirina jinê parçeyek şerê taybet e. Em ê nehêlin ku ev peyman bê betalkirin.”
 
Peymana Stenbolê, bi navê xwe yê rast Peymana Konseya Ewropayê ya Têkoşîna li Dijî Şîdêta li Hemberî Jinê û Şîdeta di Nava Malbatê de ye. Di vê mijarê de peymana yekemîn a navneteweyî ye. Cara yekem di 11'ê Gulan a 2011'an de li Stenbolê peyman ji îmzeyê re hat vekirin. Di 2014'an de ket meriyetê û di Adar a 2019’an de jî ji aliyê 33 dewletan û Yêkitiya Ewropayê ve peyman hat qebûlkirin. Herwiha cara yekem  24’ê Mijdar a 2011’an de jî Peymana Stenbolê li Tirkiyeyê  di meclîsê re hat derbaskirin û fermî bû. Lê nehat pratîzekirin.
 
Hikûmeta ku peyman pratîze nekir niha jî hewl dide ku xwe ji peymanê vekişîne.  Li hemberî vê hewldana îqtîdara AKP û MHP'ê jin daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Derbarê Peymana Stenbolê de jinên siyasetmedar nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Peymana Stenbolê dide jiyandin’
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Gûler Tunç, bi bîr xist ku yek ji dewletên di destpêkê de Peymana Stenbolê îmze kiriye dewleta tirk e. Lê peyman ji xwe tenê li ser kaxizê ma, nehat pratîzekirin û jî hikûmet hewl dide ku xwe ji peymanê vekişîne. Gûlerê, anî ziman ku ji roja peyman hatiye îmzekirin vir de jî gelek jin hatin qetilkirin û wiha got: “Jin bi salane di her qada jiyanê de bi êrîşêan rûbirû dimînin. Ji xeynî vê êrîşa zayendî li dijî zarokan jî zêde bû. Ji ber ku îqtîdarê nikaribû pêş li jinên têkoşer bigire vê carê jî berê xwe da zarokan. Ger ku Peymana Stenbolê  bê pratîzekirin dê ev qetilkirina jinê û êrîşa zayendî li dijî zarokan zêde nebûya. Îro li her devera cihanê jin ji bo Peymana Stenbolê derketine qadan dengê xwe bilind dikin û li berxwe didin. Ev jî careke din dibêjin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’”
 
‘Îqtîdar şerê taybet dide meşandin’
 
Gûlerê, bi lêv kir ku qetilkirina jinê û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan parçeyekî şerê taybet e û ev tişt got: “Ev şerê taybet di  ser jinê re tê rêvebirin. Bi vî şerê taybet dixwazin jinê tune bikin. Îqtîdara ku peyman cara yekem îmze kir çima niha gavê paşve davêje. Rayedarên Diyanetê ku îro dertên televîzyonan jinê hedef nîşan. Lê li dijî vê jin her roj li ber xwe didin û ev berxwedana wan roj bi roj jî belav dibe. Ji ber vê jî îqtîdara ku ji jinan ditirse,  dixwaze  tundiya li ser jinê û qetilkirina wê berdewam bike û naxwaze ev tişt bi dawî bibe. Jinên AKP’yî çima dengê xwe dernaxînin? Bila jin tû carî nesekinin û tim li berxwe bidin. Divê em li dijî vî şerê taybet têbikoşin.”
 
‘Dengê tundiyê yeke, pêwîste dengê jinê jî yek be’
 
Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin jî tundiya li dijî jinê û hewldana hikûmetê ya vekişîna ji peymanê şermezar kir û da zanîn ku îqtîdarê tu carî ev xalên peymanê bi cih neanîne. Bêrîvanê, diyar kir ku tu carî ji bo jinê gavek nehatiye avêtin û wiha domand: “Li dijî jinê ew qas êrîş tên kirin îqtîdarê tu carî cezayê pêwîst li kiryaran nebiriye. Ev êrîşên li dijî jinan tim bê bersiv man. Betalkirina peymanê nayê qeûlkirin. Em dixwazin ku xalên vê peymanê bi cih werin, em naxwazin ku peyman bê betalkirin. Em di sedsala 21’an de ne lê hîn jî tundiya li dijî jinê berdewam dike. Em dibêjin ev peyman parastina jinê ye. Divê em xwedî li vê peymanê derbikevin. Dengê tundiyê yeke, pêwîste dengê jinê jî yek be. Divê em dengê xwe bilind bikin.  Pêwîste ku jinên AKP'yî jî vê peymanê biparêzin. Divê em jin xwe bigihînin hevdû û nehêlin ku ev peyman bê betalkirin.”