'Miçiqîna ava Xabûrê bandor li aboriya herêmê dike'

  • 09:01 4 Îlon 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Tirkiye çem Xabûrê wekî çekek li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar tîne her wiha bi demsala payîzê bêtir ava çem diçimiqe. Ev tişt bandorê li tevahiya jiyanê dike. Elya Aglo bi çandiniyê re mijûl dibe û wiha got: "Qutkirina ava Xabûrê bandorê li ser xweza, mirov, lawir û aboriya herêmê dike. Divê qeyrana avê bê çareserkirin."
 
Çemê Xabûr 320 km dirêje. Jêdera wê ji Başûr Rojhilatî Tirkiyê ye, ber bi navçeya Serêkaniyê tê, li perava gundên Aşûriyan derbas dibe, paşê tevlî Çemê Ceqceq a Hesekê dibe, paşê diherike û dikeve Çemê Firatê yê ku nêzî Meyadîn a Dêra Zorê ye. Li Şedadê jî bendava Basil a berhevkar, di sedsalên 20'an de li ser hatiye avakirin. Herêma Cizîrê bi ava çemê Xabûr şîn bûbû û aboriya wê geş bû, lê bi dest pê kirina şerê Sûriyê sal bi sal ava çem kêm dibû, îsal jî av miçiqî û bêhneke genî jê tê. Tenê di demsala zivistanê de demê ku av li ser bendavên Tirkiyê zêde dibe, ava Xabûr berdidin. 
 
Dewleta tirk ava çem ji bo berjewendiyên xwe û şerê xwe yê li dijî gelê herêmê bi kar tîne. Di şerê ku li Til Temir di 23'yê sibata 2015'an de qewimî, di nava şevekê de rêjeya avê pir bilind bû. Bilindbûna avê ne ji rêzê bû, destekdayina ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re bû. Têkildarî vê mijarê Elya Oglo nêrîna xwe parvekir. Elya rojên berê yên Xabûr bi bîr xist û wiha got: "Ji ber ku mala me li ber Xabûr e, berî şoreşa Rojava dest pê bike pir caran lehî radibû û em bi rojan nedihatin malê. Niha jî çem miçiqîye û dewleta tirk ava çem wekî çekekê hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar tîne."
 
'Miçiqîna avê bandorê li ser çandiyê dike' 
 
Elya got ku navçeya Til Temir devereke çandiniyê a bi berket bû û wiha dirêj da gotina xwe: "Ji xweştirîn deverên Herêma Cizîrê berava gundên Xabûr û Til Temir bû. Bi hezaran darên fêkî, gul û baxçeyan dihatin çandin û berhema wê jî pir baş bû. Miçiqîna avê bandoreke neyinî li çandiniyê, xweza heta li aboriyê jî kir û dike. Aboriya gelek malbatan li ser çandiniya genim, ceh, zevî û pembo ye. Av nebe, roj bi roj çandiniya genim, ceh, pembo, zeviyên mezin û çandina daran kêm dibe. Me bîr kolan e, lê ji bo avdana dar û zeviyan nabe. Eger em bidin jî çend rojan ber xwe nadin, wê hişk bibin. Ne însan, lawir û ne jî xweza dikare bê av jiyan bike, av nebe jiyan tev dar û xwezaya wê çilmisiye."
 
'Pêwîste qeyrana avê çareser bibe'
 
Elya got ku civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî (NY) hevkarê Erdogan in û wiha domand: "Bêdengiya civaka Navdewletî û Netewên Yekbûyî ne tenê ji qutkirina avê, ji êrîş, binpêkirin û kiryarên dewleta tirk dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng in.  Eger hevkariya bi Erdogan re neba, îro zêdetirî 2 milyon kes bê av nediman. Em çawa xwe ji vîrûsa korona di vê rewşê de biparêzin? Dewleta tirk dibe sedema zêdebûna vîrûsê li Bakur û Rojhilatê Sûriyêye. Pêwîste ku NY û Zanîngeha Erebî, rêxistinên ku mafê mirovan diparêzin bi erka xwe ve rabin û dawî li vê qeyrana avê bînin. Da ku dîsa av derbasî her malekê bibe û her dareke tî were avdan. Pêwîste ku Erdogan û binpêkirinên wî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were rawestandin."