Di çapemeniya civakî de lêgerîna edeletê: Pergala darazê têk çû

  • 09:06 3 Îlon 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Ji ber ku der barê sûcên li hember jin, zarok û sewalan lêpirsînek bi bandor nayê meşandin û gumanbar cezayên pêwist nagirin, jinan li ser çapemeniya civakî xwe rêxistin kirin û ketin lêgerîna edeletê. Parêzer Sevîl Araci daxuyakirin ku tiştên tên jiyîn nîşan dide ku pergala darazê ya welat têk çûye.
 
Êrîşên li hember jin, zarok, sewal û xwezayê li hember darazê bê ceza dimîne. Li Êlihê jina bi navê Îpek Er rastî tecawizê hat û piştî vê întîxar kir.Çawîşê Pîspor Musa Orhan yê bû sedema bûyerê, nehat binçavkirin jî. Piştî bûyerê ji ber bertekên raya giştî hat girtin. Lê gumanbar hefteyek şûnde hat berdan.
 
Parêzer Sevîl Araci bi lêv kir ku jin li dijî bêmafî û dijhiqûqiya li hember wan îtîraz dikin, muxatabên ku bê bawer bikin nabînin û wiha berdewam kir: “Li vî welaî jin êdî ne li mekanîzmayên darazê li ser çapemeniya civakî edeletê daxwaz dikin. Ev jî tê wateya ku pergala darazê ya wî welatî têk çûye.”
 
‘Em dixwazin ku Peymana Stenbolê pêk bê’
 
Sevîlê wiha got: “Rewşek bi êş heye. Em dibînin ku heta jin li ser çapemeniya civakî nekevin tevgerê maf nagirin, gumanbar nayên darizandin û girtin. Ev bi rastî jî rewşeke bêdadiya mezine. Di Peymana Stenbolê de gelek xal hene. Tiştên tên jiyîn nîşan didin ku divê peyman pêk bê. Ger pêk bihata îro wê Îpek nemiribana. Em li ser çapemeniya civakî dengê xwe bi hemû cîhanê didin bihîsin lê divê daraz jî peywira xwe bîne cih. Daxwaza me eve ku Peymana Stenbolê pêk bê.”
 
‘Çapemenî ne azad e’
 
Sevîlê destnîşan kir ku AKP ji bo pêşî li vê piştevaniya jinê ya li ser çapemeniya civakî zêde bûye, bigire sererastkirinên nû xistiye pêkanînê û ev tişt anî ziman: “Em di vir de dibîn ku niyet eve ku pêşî li piştevaniyê bê girtin. Mixabin em li welatekî ku çapemenî ne azad e dijîn.”
 
‘Em dest ji maf û jiyana xwe bernedin’
 
Sevîlê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo edelet pêk bê, tedbîr bên girtin divê di çapemeniya civakî de kampanya bên kirin, di Twîtterê de bûyer bibin rojev. Gelek jin neçar dimînin li ser çapemeniya civakî li edeletê bigerin. Em carek din bang dikin, Em tu car dest ji maf û jiyana xwe bernadin. Ne Peymana Stenbolê, kuştinan asteng bikin.”