Ayten ya bi tundiyê re rûbirû dimîne nayê parastin

  • 09:04 3 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Ayten Yilmaz a berê bi dehan carî bi şîdeta Serhat Çalgici re rûbirû hat, biryara parastinê derbarê wê de hatibû  girtibû û dema biryarê  bi dawî bû. Aytenê diyar kir ku Serhat Çalgici yê hat binçavkirin û berdan peyamên tehdîdê dişîne û got: “Ji bo çareseriyek mayîn de ji bo min bê dîtin gelo divê ez bimirim?”
 
Li Mêrdînê Ayten Yilmaz a berê gelek carî  bi şîdeta Serhat Çalgici re rûbirû hat di 30’ê Tîrmehê de li Kolana Kîlîse ya Qoserê bi şîdetê re rûbirû ma û piştî vê biryara ku mehekê bê parastin derbarê wê de hatibû dayîn. Serhat Çalgici yê piştî gilîkirinê sê roj şûnde hat binçavkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan û niha jî tehdîdên gûştinê li Aytenê dike.
 
Aytena ku ewlehî ji bo wê nayê girtin çareseriyek mayînde dixwaze dixwaze.
 
‘Li Qerekolê gotin ‘dîsa Serhat’
 
Ayten ji ber şîdeta ku dîtibû serê wê şikestibû û 6 kêl li serê wê xistibûn û berê jî heman kesî 3 caran lêdabû. Aytenê da zanîn ku her carê bi rapora derbkirinê çûye qereqolê lê tevî vê der barê gumanbar de tu tiştek nehatiye kirin. Aytenê wiha got: “Cara dawî ku bi şîdetê re rûbirû mam ez çûm qerekolê û gotin ‘Dîsa Serhat’. Mİn jî got ‘belê dîsa Serhat’. Berê min bi dehan carî gilî kir lênegirtin. Di gilîkirina dawî de bi saya parêzeran mehek biryara parastinê hat girtin. Piştî gilîkirinê sê roj şûnde îfada wî hat girtin û berdan. Di serlêdanên min yên berê de tedbîr bihata girtin niha wê 6 kêl li serê min neketiba.”
 
‘Peyamên tehdîdê dişîne’
 
Aytenê bi lêv kir ku hîna jî tê tehdîtkirin û ji ber vê telefona xwe guhertiye û wiha dawî lê anî: “Kêsên derdora min jî tehdî dike. Ewlehiya min tune ye. Ji mirovan re dibêje ger hun pê re biaxivin û bên cem hev ez ê we bikujim. Her roj peyamên tehîdê digirim. Ji bo ev kes bê binçavkirin an jî biryara parastinê derbarê wî de bê dayîn gelo divê ez bimirin?Gelo piştî mirina min wê tiştekî bikin. Peymana Stenbolê esas hat girtin û biryar hat girtin. Gelo piştî mirina min wê tiştekî bikin.”