'Projeya Netewa Demokratîk wekheviya herêmê mîsoger dike'

  • 09:03 3 Îlon 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir 
 
ŞEHBA - Jinên ji pêkhateyên ereb ên Kantona Şehbayê hewildanên tevlîheviyên ku di navbera pêkhateyên Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê de axivîn û gotin: "Armanca sereke ya van tevlîheviyan bi dest xistina berhemên herêmê yên bin erd û ser erd in. Lê gelê herêmê bi yekîtiya xwe wê hemû hewildanan vala derbixîn û projeya Netewa Demokratîk a aştiya gelan pêk bînin."
 
Piştî serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û yekîtiya gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe hin aliyên dij azadî û demokrasiyê li Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê hewildanên derxistina fitne û tevlîheviyên di navbera pêkhateyên herêmê de dikin. Di derbarê mijarê de jinên pêkhateyên ereb ên kantona Şehbayê ji ajansa me re axivîn.  
 
'Li hember hewildanên tevlîheviyan rihê yekbûnê'
 
Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefee Mustafa bal kişand ser tevlîheviyên li Dêrezorê û got: "Dewleta tirk bi rêya sixûran li Dêrezorê tevlîheviyê di navbera eşîrên pêkhateyên Ereb û gelê herêmê de dike. Piştî destkeftiyên Rêveberiya Xweser a li Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê li hember hemû êrîşên komên çeteyên dewleta tirk, îro carek din dewleta tirk a dagirker bi armanca vala derxistina projeya Rêveberiya Xweser a Yekîtiya Netewan bi rêya MÎT û îstixbaratên xwe li Dêrezorê hewildana tevlîheviyên di navbera pêkhateyên ku bi hev re dijîn dike. Lê rihê yekîtî û yekbûna di navbera gelê Sûriyeyê de bi hêze."
 
'Gelê herêmê hemû armancên dijmin nas kiriye'
 
Wefee di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku armanca sereke ya van tevlîheviyan bi dest xistina berhemên herêmê yên bin erd û ser erd in û wiha axivî: "Hemû hewildanên tevlîheviyên ku li Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê bi taybet li Dêrezorê ji aliyê sixûrên girêdayî dewleta tirk a dagirker ew e ku hemû berhemên herêmê ên ser erd û bin erd bi dest bixin. Lê belê ger ku gelê herêmê ne şiyar ba wê li pey wan hewildanan biçûna û armancên dijmin pêk anîbûna. Êdî gelê herêmê hemû armancên dijminê xwe nas kiriye. Ez bang li tevahî gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê dikim ku ji hewildanên dijmin bandor nebin û ji bo pêkanîna yekîtiya gelê Sûriyeyê li pey pirojeya Netewa Demokratîk têbikoşin ji ber ku projeya Netewa Demokratîk aştî û aramiya herêmê mîsoger dike."
 
'Yekîtiya gel wê hewildanên dijmin vala derxe'
 
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo bi lêv kir ku hewildanên tevlîheviya di navbera eşîrên Ereb û pêkhateyên herêmê ne nûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hemû hewildanên tevlîheviyên ku îro ji aliyê Îstixbaratên tirk û Rêjîma Sûrî ve li Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê hatin kirin, vegeriya aloziya Sûriye yê. Destkeftî û projeya Netewa Demokratîk a ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê daye avakirin gelek pêkhatê bandor bûn û ev yek jî gelek metirsî  aliyên dij azadî û demokrasiyê kir. Yekîtî û yekdestbûna gelê herêmê ya ji bo pêkanîna wekheviya gelan wê hemû hewildanên tevlîheviyê ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera gelê herêmê de tê kirin vala derbixîne."