Ranya Mihemed: Em ê heta dawiyê şopdarê heqîqetê bin

  • 09:01 3 Îlon 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Ranya Mihemed di derbarê hedefgirtina rojnamevanan de wiha got:"Bi rêya êrişên li ser rojnamevanan armanc dikin ku rê li ber derxistina heqîqetê bigirin, lê li dijî wê em ê têkoşîn bikin û heta dawiyê şopdarê heqîqetê bin."
 
Dewletên desthilatdar ragihandinê li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin û rojnamevanên ku bi wan re dixebitin jî xizmete wê dewletê û siyaseta wê dikin. Li gel vê ragihandina çapemeniya azad a civakê jî heye ew deng û rengê civakê ye, bûyerên ku di civakê de diqewimin, siyaseta ku dewlet li ser civakê dide meşandin û zehemetiyên ku civak dibîne ji cîhanê re ji aliyê çapemeniya azad re tê ragihandin. Ji bo vê jî her tim xebatkarên çapemeniya azad rastî zor, zehmetî û êrîşan tên. Bi dehan rojnamevan ji ber derxistina rastiyê tên binçavkirin û qetilkirin. Ev yek jî herî zêde li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasdar e. Herî dawiyê jî di 12'ê tebaxê de li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn ya Başûrê Kurdistanê nûçegîhanê kanala Gelî Kurdistan, Huner Resûl di dema şopandina meşê de hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Her wiha nûçegîhanê qenala NRT'ê jî ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hat girtin. 
 
Di derbarê hedefgirtina rojnemevanan û binpêkirina mafê wan de Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Ranya Muhemed ji ajansa me re axivî.
 
'Ragihandin eynika civakê ye'
 
Ranyayê da zanîn ku ragihandin eynika civakê ye û wiha got: "Bi rêya ragihandinê civak dengê xwe digihîne cîhanê. Tevî zor, zehmetî û zextên li ser rojnamevanan dîsa jî rojnamevan bi erka xwe ya şopandina bûyeran û derxistina rastiyê radibin. Ji bo vê jî ji aliyê dewletan ve tên hedefgirtin, binçavkirin, girtin û qetilkirin, ji ber ku rastiya dewletê û êşa civakê derdixin pêş. Dewletên herî zêde li hember rojnamevanan dibin asteng û zehmetiyan derdixin Efganîstan û Tirkiye ne. Herî zêde jî li Tirkiyeyê rojnamevan tên hedefgirtin. Em dikarin bibêjin ku her kesê xwedî nêrîn û fikrên azad wek rewşenbîr, nivîskar û helbestvan, her kesê ku li dijî sîstema yekperest û li hember bûyerên ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin derdikevin tên hedefgirtin. Li Tirkiyeyê herî zêde mafê rojnemevanên kurd tên binpêkirin û her tim rastî zext û êrîşan tên. Bi dehan tv, ajans, radyo, rojname û kovarên kurdî hatin girtin û gelek caran jî bi hincetên cur bi cur êrîşî navendên ragihandinê hatiye kirin."
 
'Li Başûrê Kurdistanê rojnamevan tên hedefgirtin'
 
Ranyayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê rojnamevan rastî zehmetiyan tên û wiha domand: "Gelek rojnamevan li Başûrê Kurdistanê ji ber ku rastiya li herêmê diqewime radigihînin tên hedefgirtin. Herî dawiyê jî nûçegîhanê qenala Gelî Kurdistan Huner Resûl di şopandina meşên li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê de hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Her wiha nûçegîhanê qenala NRT'ê jî ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hat gitin. Bi rêya zextên li ser ragihandinê dewlet aramanc dike ku çav û zimanê civakê bigirin. Gelek caran jî li pêşiya karê rojnamevanan dewlet astengiyan derdixin, pir caran bûyer diqewimin hikumet rê nade ku rojnamevan wê bûyerê bişopînin, an jî dema ku destûr didin rojnamevanan li kêleka wê kesên bûyer bi serê wan de hatibin tehdîd dikin ku rastiyê nebêjin."
 
'Em li dijî hedefgirtina rojnamevan in'
 
Ranyayê da zanîn ku di zagonên navneteweyî de mafê rojenemevanan heye ku bi awayekî serbest li her deverê bûyeran bişopînin û werin parastin û wiha bi dawî kir: "Lê em berovajî vî tiştî dibînin di roja me ya îro de mafê rojnemevanan tê binpêkirin û dema ku rojnamevan bûyeran dişopînin tên hedefgirtin. Em li dijî girtin, binçavkirin û qetilkirina rojnamevanan in. Pêwist e rêxistinên mafê rojnamevanan bi erka xwe rabin, mafê rojnamevanan were parastin û li dijî hemû êrîşan parastina wan were kirin. Wek ofîsa ragihandinê ya herêma Firatê em ê pênûs û kameraya rojnemevanên ku ji bo derxistina heqîqetê canê xwe feda kirin li erdê nehêlin û heta dawiyê em ê şopdarê rêya wan bin û her tim em ê bibin dengê rastiyê."