ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN

  • 09:00 3 Îlon 2020
  • Rojev
*Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Ranya Mihemed di derbarê hedefgirtina rojnamevanan de wiha got:"Bi rêya êrişên li ser rojnamevanan armanc dikin ku rê li ber derxistina heqîqetê bigirin, lê li dijî wê em ê têkoşîn bikin û heta dawiyê şopdarê heqîqetê bin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku rêya berxwedanê bi têkoşîna jinên berxwedêr dewam dike û got: "Em bi berxwedaniya Leylayan bi hêz dibin û em ê şopdarê rêya heqîqetê û bi destxistina azadiya jinê bin." BI DÎMEN 
 
*Jinên ji pêkhateyên ereb ên Kantona Şehbayê hewildanên tevlîheviyên ku di navbera pêkhateyên Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê de axivîn û gotin: "Armanca sereke ya van tevlîheviyan bi dest xistina berhemên herêmê yên bin erd û ser erd in. Lê gelê herêmê bi yekîtiya xwe wê hemû hewildanan vala derbixîn û projeya Netewa Demokratîk a aştiya gelan pêk bînin." BI DÎMEN
 
*Ayten Yilmaz a berê bi dehan carî bi şîdeta Serhat Çalgici re rûbirû hat, biryara parastinê derbarê wê de hatibû  girtibû û dema biryarê  bi dawî bû. Aytenê diyar kir ku Serhat Çalgici yê hat binçavkirin û berdan peyamên tehdîdê dişîne û got: “Ji bo çareseriyek mayîn de ji bo min bê dîtin gelo divê ez bimirim?”
 
*Hevsreoka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan da zanîn ku MEB divê bi gotinên ‘tedbîran bigirin’ sînor nemîne û berpirsyare ku tiştên pêwist bîne cih û ji bo mîlyonek mamoste tedbîr nehatiye girtin, di pêvajoya perwerda ji dûr ve de ji sedî 94’ê xwendekaran fêde negirtine. BI DÎMEN
 
*Ji ber ku der barê sûcên li hember jin, zarok û sewalan lêpirsînek bi bandor nayê meşandin û gumanbar cezayên pêwist nagirin, jinan li ser çapemeniya civakî xwe rêxistin kirin û ketin lêgerîna edeletê. Parêzer Sevîl Araci daxuyakirin ku tiştên tên jiyîn nîşan dide ku pergala darazê ya welat têk çûye. BI DÎMEN