Dewreya perwerdeya jineolojiyê bi dawî bû

  • 08:58 3 Îlon 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê ji hêla Komîteya Jineolojiyê bi mijarên ji bo civakek azad û demokrat bê avakirin û ji bo danasina jineolojiyê dewreya perwerdeyê hatibû amadekirin bi dawî bû. 
 
Komîteya Jineolojiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi mijara "Ji bo civakek azad û demokratik bê avakirin" bi navê "Şehîd Fikî Baygeldî" dewreya perwerdeyê ji bo xortan hatibû amadekirin bi dawî bû. 
 
Di dewreya perwerdê de mijarên wekî "Jineoloji çiye? Dîroka jinê, hevjiyana azad û civaka demokratîk" hatin nirxandin. Di dawiya dewreya perwerdê de li ser navê Komîteya Jineolojiyê Songul Guler axivî û got: "Hedef û armanca me ew e ku li dijî pergala 5 hezar sal in hatiye avakirin têkoşînêk bidin. Em hêvîdarin ku ev xebate di pêşerojê de ji bo me bibe hêviya têkoşînê. Wek komîta jineolojî ji ber ku ev cara yekemîne ku em xebatek bi vî awayî didin meşandin, ji bo me coşek mezin bû. Di karektera Jineolojî de parçekirin û yek alî meyzandin nîne, divê ji bo herdû zayendan jî em wisa bibînin. Hedef û armanca Jineolojî ew zîhniyeta desthilatdar ya 5 hezar salî ya ku heyî li hember wê li ser bingehê exlaq û polîtîk û bi wekheviya herdû zayendan têkoşîn meşandine. Gelek caran di aliyê fêmkirina hevdu de em zoriyan dibînin. Yan em bi awayek hişk hevdu red dikin an jî em bi awayê lîberal nêz dibin. Em dijkarin hevdu fêm bikin ji ber ku rê û rêbazên hevdu fêmkirinê û têkoşîna me diyar û netin. Divê ku em hevdu bilind bikin.”"