Fîgen Yuksekdag ji parlamenterê PY'ê re name şand

  • 17:25 2 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî bersiv da nameya Parlamenterê Ewropayê Andreas Schîeder.
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku niha li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin bersiv da nameya Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê (PE) Andreas Schîeder.
 
Fîgen Yuksekdag ji ber desteka li têkoşîna azadiya polîtîk a li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û ji bo piştevaniya bi hilbijartiyan re malavayî li Schîeder kir.
 
Fîgenê bal kişande ser nehiqûqî û nêzîkatiyên cihêkar û operasyonên siyasî yên li ser partiya wan û ji bo ku atmosfera demokrasî, azadî û aştiyê yek gavê jî ji hewldan û têkoşînê xwe nedana alî û hêzê dide wan ku ew û Scîeder û dostên wan ên din ji bo ku rewşa girtîbûna bi dawî bibe bi eynî hîs û daxwazên digihijin hev.