'Pêwist e her kes bi hesasiyet nêz bibe û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze'

  • 09:06 2 Îlon 2020
  • Rojane
Ronîda Hecî - Helîn Kemo
 
HESEKÊ -  Jinên bajarê Hesekê bang li şêniyan kirin ku xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin û gotin: "Vîrusa Koronayê xeteriyek li ser tevahî cihanê ye. Pêwist e her kes bi hesasiyeteke mezin nêz bibe û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze."
 
Vîrusa Koronayê ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e. Mirovên ku bi vê nexweşiyê dikevin hin ji wan jê derbas dikin, lê hin jî jiyana xwe ji dest didin. Bandora xwe zêde li kesên temenmezin û nexweşiyên wan giran dike. Divê li dijî vê yekê hemû kes tedbîrên baş bigirin. Di 18'ê tebaxa 2020'an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku her kes xwe biparêze û dema derketin derve rûpoşê xwe bi kar bînin. Biryar da ku kesên rûpoş bi kar nînin ceza li wan bibire. Têkildarî mijarê jinên Bajarê Hesekê nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Divê herkes xwe biparêze'
 
Jina bi navê Leyla Gemo teqez kir ku Vîrusa Koronayê xetereyek li ser tevahî cihanê ye û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Li tevahî cihanê ev vîrus belav bû. Heta niha jî dermanê wê nehatiye pêdekirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev nexweşî belav bû û pêwist e gelê me pir hesas nêz bibe. Biryara bikaranîna rûpoşan jî ji bo parastina tenduristiya civakê ye. Erka her kesî ye ku vê biryarê pêk bîne. Herkesê ku ji malên xwe derdikevin da ku pêwistiyên xwe bi cih bînin, divê ku xwe biparêzin. Nexweşiya Vîrusa Koronayê zêde bandora xwe li kesên temenmezin û nexweşiyên wan ên kronîk heye dike. Kesên temenmezin xwediyê hafizeyeke berfireh e divê xwe biparêzin."
 
'Pêwist e her kes bi hesasiyeteke mezin nêz bibe û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze'
 
Jina bi navê Xewla Xelîl da zanîn ku kesên ku xwe ji vê nexweşiyê neparêzin jiyana kesên der û dora xwe jî dixin xetereyê û wiha got: "Divê gelê me di cihên giştî de kom nebe, ji ber nexweşî di cihên komî de zêdetir belav dibe. Rêveberiya Xweser ji bo civakê tedbîrên esasî girt û yên ku van biryaran jî pêk bîne, gel bi xwe ye. Kesên ku xwe ji vê nexweşiyê neparêzin jiyana kesên der û dora xwe jî dixin xetereyê, lewma ji herkesî tê xwestin ku xwe biparêzin. Bi rojane hejmara kesên ku bi Vîrusa Koronayê dikevin zêde dibin. Divê herkes di zanebûna xeteriya vê vîrusê de be û xwe biparêze. Em bang li şêniyên Hesekê dikin ku rûpoşan bi kar bînin, xwe û derdora xwe ji xeteriyê biparêzin. Vîrusa Koronayê xeteriyek li ser tevahî cihanê ye. Pêwist e her kes bi hesasiyeteke mezin nêz bibe û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze."