'Gotinên pêşiyan yek ji hîmên bingehîn ên civakê ne'

  • 09:01 2 Îlon 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jina bi navê Elîf Reşo ya ji Herêma Efrînê li ser girîngiya parastina gotinên pêşiyan û bikaranîna wan a di roja îro de wiha got: "Gotinên pêşiyan ew gotinên kevnar in. Ji demên dirêj ve hatine gotin, bûne dîrok û hîmekî esasî yê di nava civakê de ye. Ji bo ku em çanda civaka xwe biparêzin pêwist e em hîmên wê biparêzin. "
 
Ger ku hîmên bingehîn ên civakê neyên parastin civak ber bi hilweşandinê ve diçe. Parastina civakê jî bi parastina dîrok, çand û gotinên pêşiyan tê pêşxistin. Gotinên pêşiyan kûrahiya gelek mijaran bi hevokek kurt tîne ziman. Weke şîret tê bikaranîn û her di mêjiyê mirov de dimîne. Têkildarî mijarê jina bi navê Elîf Reşo ya 57 salî ya ji gundê Biric Heyerê yê navçeya Şêrewayê ya Herêma Efrînê ye li ser girîngiya parastina gotinên pêşiyan û pêkanîna wan axivî.
 
'Gotinên pêşiyan weke bingehekê ye'
 
Elîfê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku di her civakekê de gotinên pêşiyan hene û wiha got: "Di nava her neteweyekî de gotinên pêşiyan tê dîtin. Gotinên pêşiyan weke bingehekê ye, civak li ser esasê wê tê rûniştandin. Em nikarin bi hêsanî ji bîr bikin an jî dev ji gotinên pêşiyên xwe berdin. Bi sedan gotinên  pêşiyan ên ku di dîrokê de derketine holê, hene. Yek ji gotina pêşiyan a 'Şêr şêr e çi jin e çi mêr e' bi demê re derket holê û hêdî hêdî di nava civakê de belav bû. Bi vê gotina pêşiyan tê xwestin bê gotin ku jin dikare di her qadê de jiyanê bi rê ve bibe û cudatiya mêr û jinê tune ye."
 
'Gotinên pêşiyan dîroka civakan in' 
 
Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gotinên pêşiyan hîmekî esasî yê di nava civakê de ye û pêwist e bê parastin û wiha pê de çû: "Gotinên pêşiyan jî ew gotinên kevnar in ku ji demên dirêj de hatine vegotin, bûne mîna dîrok û hîmekî civakê.  Ji bo ku em civaka xwe biparêzin divê ku em parastina hîmên wê bikin. Gotinên pêşiyan ku di demên kevnar de derketine holê û cihekî girîng ên wan di nava civakê de heye, weke nasnameya wê civakê tên pênasekirin. Ev gotinên pêşiyan ku niha em bi lêv dikin, me ji nifşên berî xwe bihîstiye û helbet wan jî ji nifşên berî xwe bihîstiye. Di demên berê de dema ku pirsgirêk di navbera malbatan de çêdibû an îxanet li welat dihat kirin, digotin: ‘Ger kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe’. Ev gotin jî herî zêde di nava civakê de tê bilêvkirin."
 
'Bi riya gotinên pêşiyan mirov dîrok û çanda xwe nas dike'
 
Elîfê da zanîn ku bi riya gotinên pêşiyan mirov dîrok û çanda xwe nas dike û wiha bi dawî kir: Gotina ‘Bav pişt e dayik her tişt e’ tê wê wateyê ku her çiqas bav ji malbata xwe re pişt be jî, lê yê ku wê piştê rast dike û li ser piyan dihêle her tim dayik e. Dapîr û bapîrên me ev gotin bi kar dianîn. Îro em jî di nav şerd û mercên zehmet ên koçberiyê de dijîn, her tim çavên me li bajarê me ye ku em bi hemû şêweyan parastina çanda civaka xwe bikin."