Kongreya Star a Helebê konfransa xwe ya 3'emîn li dar xist

  • 19:47 1 Îlon 2020
  • Rojane
HELEB - Kongreya Star a Helebê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinê misoger bikin" konferansa xwe ya 3'emîn lidarxistin.
 
Kongreya Star a Helebê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinê misoger bikin" konferansa xwe ya 3'emîn li hola Efrînê ya taxa Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna  100 delegeyan lidarxistin. Hola Konferansê bi wêneyên pakrewanan, alê Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Têkoşîna me azadî ye, berxwedaniya me serkeftine" û "Bi rihê tolhildan û fedekariya malbatên şehîdan em ê sînora Îmraliyê bişkînin" hatibû xemilandin.  Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê despêkir. Paşê axaftina vekirinê ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mûne Yusif ve hate kirin. 
 
Mûne di destpêka gotina xwe de Konferansa 3'emîn a Kongreya Star li jinan pîroz kir û wiha got: "Em di destpêkê de kesên ku beşdarî konferansê bûne bi xêr hatina wan dikin. Bi ruhê pakrewanên ku canê xwe ji bo welatek azad feda kirine em konferansa xwe lidardixin. Taxa Şêx Meqsûd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn. Dagirkerên ku dixwastin taxa me dagir bikin, rastî berxwedanek bê hempa ji aliyê gel ve hatin û gel dagirkerî têk birin. Her wiha her roj kiryarên dewleta tirk di derheqê jinê de berdewam dike. Bi taybet di van demên dawiyê de sûcên herî qirêj li ser jinê dide meşandin.Ev kiryarên dewleta tirk li ber çavê hemû dewletên navneteweyî tê meşandin. Ji bo wê em ê di konferansa xwe de li ser xalên girîng ji bo pêşxistina kar û xebatê jinê guftogoh bikin. Divê em bi yekîtiya xwe dawî li dagirkeran bînin û tundiya li ser jinê rawestinîn."
 
Paşê ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Hêvîn Silêman ve perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwendin. Her wiha ji aliyê Rêveberiya Jinên Ciwan Jînda Dilsoz ve rapora kar û xebatê salekî hate xwendin. 
 
Paşê rewşa siyasî, rêxistinî û kar û barê salekî hatin nirxandin. Piştî nirxandina kar û xebatê hilbijartin hate kirin û Rêveberiya Kongreya Star a Helebê hatin hilbijartin. Kesên ku hatine hilbijartin wiha ne: Nehile Mistefa, Verjîn Mihemed, Emîne Xidir û Zeyneb Îbo.  
 
Konferans bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.