Li Wanê Zincîra Aştiyê: Em banga têkoşînê li hêzên aştîxwaz dikin

  • 16:09 1 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li ber avahiya xwe ya li Wanê xeleka aştiyê pêk anî. Di çalakiyê de Parlamenterê Wanê Tayyîp Temel axivî û got, "Em bang li hemû hêzên aştîxwaz dikin ku tevli têkoşîna li eniya demokrasiyê bibin."
 
Rêxisitna  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, bi minasebata 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo ku li Parka Kale çalakiya xeleka aştiyê pêk bîne li ber avahiya xwe kom bû .Di çalakiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oturk, parlamenterên HDP'ê, hevserokên bajar û navçeyan ên HDP'ê yên li herêmê û rêveberên bajarna, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclisa Partiya HDP'ê  û gelek welatî tevli çalakiyê bûn. Kesên tevli çalakiyê bûn berdilkên bi dirûşma "Herkes bi hev re li dijî tecrîdê azadî û li dijî şer aştî" li xwe kirin û devrûkên mor bi kar anîn.
 
'Divê gel aştiyê bixwazin'
 
HDP'ê xwest ku çalakiya 'xeleka aştiyê' li Parka Kale bike lê polîsan nehişt ku vê bike. Li ser vê gel li ber avahiya HDP'ê careke din kom bû. Li vir jî polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kiribû lê li gel vê jî girseyê dorpêça polîsan şikand û xwe gihande avahiya partiyê.
 
Di serî de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û got, ''Hemû gelên Tirkiyê li dijî şer divê aştiyê, li djî tecrîdê divê azadiyê biparêzin.''
 
'Bila şer raweste'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel axivî û got, ''Tişta ku bi lezgînî divê were kirin  ew e ku ev şer bi lezginî raweste. Divê li Mitebaqa Dolmabahçeyê veger çêbibe. Ji Wanê em bang li hemû derdoran dikin; heke em nikaribin vî şerî rawestînin, vê desthilatdariya  ku ji nîjatperestiyê xwedî dibe nikaribin bisekinînin, gel wê nikaribin bi hev re bijîn. Ji ber vê banga me ji bo hêzên aştîxwaz ew ê ku li eniya demokrasiyê tevli têkoşîna tê dayîn bibin.  ew e ku her kes li aştiyê xwedî derkeve.''
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Aştî" bi dawî bû.