Dayikên Aştiyê bi laçikên spî 1'ê Îlonê pêşwazî kirin

  • 15:36 1 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Bi minasebeta 1'ê Îlonê Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê daxuyaniyek da û li dijî şer laçikên xwe avêtin erdê. 
 
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li Meydana Barbarosa Beşîktaşê daxuyanî dan çapemeniyê. Behiye Dûman li ser navê dayikan axivî.
 
Behiye, diyar kir ku 20 sal in ew li dijî şer aştiyê qîr dikin û daxwaz dikin û ew ê qet dev ji vê daxwazê bernedin û got: "Ji roja Komar ava bûye heta niha ji ber ku kurd tên înkarkirin karesatên giran li ser axa me pêk hat û 40 sal in şer didome û her ku diçe girantir dibe. Bi deh hezaran însan ji ber şer jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran însan bi cezayên giran re rûbirû man û di girtîgehan de ne û bi milyonan ji warê xwe bûn."
 
Behiye, destnîşan kir ku hem ji bo kurdan û hem jî ji bo tirkan rûxandinên mezin qewimîn û ji tecawizê bigire heta krîzên aborî ji ber polîtîkayên şer pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2013’yan de pêvajoya aştiyê dest pê kir û di navbera şandeyan de Peymana Dolmabahçeyê ya hatibû îmzekirin hatiye jibîrkirin û ev bû sedema şer gûr bibe."
 
Behiye, da zanîn ku piştî şer destpêkir Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayek girankirî tê tecrîdkirin û komkujî pêk hatin, bajar hatin hilweşandin, hewldana darbeye pêk hat û li hundir û derve li her deverê şer hatiye ragihandin û şer diqewime û bi lêv kir: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan kurd Ocalan wek navnîşanê da nîşandan. Ew bang li raya giştî hemûyan kir rê li şer bigirin û rê li ber aştiyê vekin. Ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê her kesî vexwend berpirsiyariyê û dixwazin ku îradeya xwe nîşan bidin."
 
Piştî daxuyaniyê înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê laçikên spî ku remza aştiyê ne û ku dema diavêjin erdê dawî li dijminatiya du aliyan tîne, îro jî wek wê rabaza berê laçikên xwe avêtin erdê û xwestin şerê navbera aliyan biqede û cihê xwe ji aştiyê re berde. Dayikan piştê demek kurt laçikên xwe ji erdê rakirin û birin li serê dîrekên ji bo platforma pîrozbahiya 30’ê Tebaxê çêkiribûn daliqandin.