HDK: Aştî bi têkoşînê dibe
- 13:04 1 Îlon 2020
- Rojane
STENBOL - Bi wesîleya 1'ê Îlonê HDK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Îmrali û welat bi temamî tecrîdkirî ye û wiha hat gotin: "Aştî bi pasîfîst, bêtêkoşîn û humanîzma pûç pêk nayê, aştî bi têkoşînê dibe."
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kir. HDK'ê bal kişand ser polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd û gelek pirsgirêkan astengiya herî mezin e, ji vê feraseta desthilatdariyê cuda nîne.
HDK'ê da zanîn ku tu rojeveke desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pêkanîna aştî, aramî û edaletê nîne û got: "Eşkere ye ku li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de gelên Tirkiye û Kurdistanê hemû hatine tecrîdkirin û qada azadiyê hatiye tengavkirin."
Di dawiya daxuyaniya HDK'ê de hat diyarkirin ku aştî bi pasîfîst, bêtêkoşîn û humanîzma pûç pêk nayê, aştî bi têkoşînê dibe û got: "Em mezinkirina têkoşîna şoreşger, demokrat, welatparêzan weke şertê aştiyeke esîl dibînin."