Li Şehbayê ji bo 1'ê Îlonê daxuyanî hat dayîn

  • 13:00 1 Îlon 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî Rêxistina Civaka Sivîl a Herêma Efrînê daxuyanî da û bang li Netewên Yekbûyî kirin ku bi erke xwe yê mirovî rabin, azadiya gelan mayinde bikin û tawanên şer ser mirovan bidin rawestandin.
 
Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Rêxistina Civaka Sivîl a Herêma Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Wargeha Serdem bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Rêxistina Kongreya Star, Yekîtiya Êzdiyên Efrînê, endamên Rêxistina Civaka Sivîl hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Avdar Elo ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Şerê ku ev demeke dirêje li Sûriyeyê dewam dike, tu rengên aştiyê na pejirîne. Tevî ku gelek bang li civaka navnetewî hat kirin ku ev şer bê rawestandin û aştiyeke li herêmê pêk were, berovajî wê alozî kûr kirin û êşa gelê wê zêdetir bû. Bi salane gel di komkujiyan re derbasdibin, bê ku bikaribin azadiya xwe bi rengekî aştiyane bijîn.
 
Kuştin, koçberî û binçavkirina ku ji aliyê Rêjîma Sûriyê, hêzên opozisyonê û Tirkiyeyê ve tê kirin bi hemû rengan xwe dide der. Hêzên şerker tenê armanca wan serweriya xwe ser vîna civakan bidin mayindekirin. Weke ku tê zanîn tecrîda li hemberî Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve dewam dike, tevî ku dengeyên aştiyê ji bo rakirina tecrîdê hatine kirin, lê dewleta tirk tu zagonên navnetewî napejirîne.
 
Em weke Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Efrînê banga me ji bo civaka navnetewî ku bi erke xwe rabin, azadiya gelan mayinde bikin û tawanên şer ser mirovan bidin rawestandin.”