'Ji bo ewlehî bê girtin divê çend kesên din birîndar bibin'

  • 12:06 1 Îlon 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
COLEMÊRG - Dayika Yusuf Akin ê ku di encama cismekî nehat zanîn li gundê Hirmî yê Geverê girt destê xwe de birîndar bû  Elmas Akin got, "Ji bo ewlehî bê girtin divê çend kesên din birîndar bibin?"
 
Li navçeya Colemêrgê ya Geverê li gundê Hîrmî di 25'ê Tebaxê de Zarokê bi navê Yusuf Akin, di encama cismekî nehat zanîn girt destê xwe birîndar bû. Dayika Yusuf Akin Elmas Akin, diyar kir ku ev cism li nêzî mala wan hatiye dîtin û bertek nîşanî negirtina ewlehiyê da. 
 
'Nehiştin Ambulans bikeve gund'
 
Elmasê diyar kir ku piştî zarok birîndar bûye gazî ambûlansê kirine lê leşkeran destûr nedane ku ambûlans bikeve gund. Elmasê wiha berdewam kir, "Li gel ku leşker jî li gund bûn tu kes eleqedar nebû. Ji ber astengiyên hatin derxistin me Yusuf dereng gîhand nexweşxaneyê. "
 
'Beriya Yusuf jî kes birîndar bibûn'
 
Elmasê diyar kir ku Yusuf cismê di destê xwe de wekî pêlîstok hesibandiye û anîn ziman ku berî Yusuf jî kesên birîndar bûne hene. Elmasê wiha got, "Kî jî be wê meraq bike. Ger ez jî bûma min ê meraq bikira. Yusuf ji dest ling û çavên xwe birîndar bû. Lê hîna jî ji bo vê xeteriyê asteng bikin tu tişt nehatiye kirin. Ji bo ku ewlehî bê girtin divê çend kes birîndar bibin?"