Dest xistin ser pasaporta Farzaneh Jalalî

  • 12:01 1 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, rahihand ku Sefaretxaneya Îranê ya li Stenbolê dest xistiye ser pasaporta aktîvîsta Kurd a Kirmanşahî Farzaneh Jalalî. Farzaneh di 13'ê Adarê de li hemberî 300 milyon Toman bi kefaletê hatibû berdan.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, têkildarî rewşa  Aktîvîsta Kurd a Kirmanşahî Farzaneh Jalalî daxuyanî da û diyar kir ku Sefaretxaneya Îranê ya li Stenbolê pasaporta Farzaneh desteser kiriye. Komeleyê da zanîn ku rîska Farzaneh dersînor bikin heye. Komeleyê di malpera xwe de daxuyanî da û wiha got: "Jalalî  di nava vê mehê de xwest pasaporta xwe nû bike û ji bo vê yekê serî li Sefaretxaneya Stenbolê dabû. Bi hinceta der barê Jalalî de lêpirsîn û dozên berê heye pasaporta wî desteser kiriye." Komeleyê anî ziman ku bi hinceta der barê Farzaneh de lêpirsîn heye ya na ji aliyê dewleta Îranê ve ferman hatiye dayîn. 
 
Komeleyê bi bîr xist ku Farzaneh di 26'ê Adara 2017'an de li Kirmanşahê ji aliyê ajanên îstîxbaratê ve hatibû girtin û 17 rojan di bin çavan de ma û piştre hikûmetê Farzaneh sewqî Kawîşa Jinan a Girtîgeha Kirmanşahê kiribûn. Farzaneh di 13'ê Adarê de li hemberî 300 milyon Toman bi kefaletê hatibû berdan.