Ketina Gara Enqereyê ya bi hezaran kesî hat astengkirin

  • 11:54 1 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya "Xelaka Aştiyê" ya HDP'ê ya hat xwestin li ber Gara Enqereyê pêk were ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê HDP'yan ji bo 103 kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan qurnefîl danîn ber Gara Enqereyê.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê xwest ji bo bîranîna 103 kesên di encama komkujiya bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Gara Enqerê çalakiya “Xeleka aştiyê” li dar bixe. Lê çalakiya HDP’iyan rastî astengî û mudaxileya polîsan hat. 
 
Polîsên ku Gara Enqerê dorpêç kirin, destûr nedan ku welatî beşdarî çalakiyê bibin û rojnamegerên xwestin çalakiyê bişopînin jî, asteng kirin.  
 
Tenê destûr hat dayîn ku parlamenter biçin ber Gara Enqereyê. Parlamenterên çûn ber Garê ji bo bîranan kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan,  qurnefîl danîn. 
 
Li aliyê din, welatiyên heya Parka Ciwanan meşiyan jî, dirûşmên “Bijî aştî” berz kirin. 
 
Hat hînbûn ku welatiyê bi navê Aydin Erdogan di dema meşê de, ji aliyê polîsan ve lêdan xwar û hat binçavkirin.