Kongreya Star bi daxuyaniyê qetilkirina jinan şermezar kir

  • 11:42 1 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star a Navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan şermezar kir û bang kir ku têkoşîna hevpar a li dijî tundiya li ser jinê kir. 
 
Duh li taxa Sînor a navçeya Dirbesiyê jineke 20 salî ya bi navê Delal Diyab ji aliyê birayê xwe yê bi navê Elî Diyab ve hate qetilkirin. Îro Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê li ber dadgeha navçeyê banga beşdariya doza Delalê kir û paşê li ber dadgehê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê Xunaf Elî ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Jin her dem ji mafê xwe yê xwezayî tên dûrxistin. Li dijî vê yekê jin her dem di nava têkoşîneke bêhempa de ye. Li dijî qetilkirina jinan em ê di nava têkoşîneke hevpar de bin. 
 
Bûyera qetilkirina jina bi navê Delal Diyab ya ku bi temenê xwe 20 salî li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Ev yek destdirêjiya li ser vîna jin û jiyana wê ye. Bi bûyerên kuştina jinan û tundiya ku li ser wan tê meşandin bingeha civakê xera dibe. Tundiya ku li ser îradeya jinan bi tu rengî nayê qebûlkirin. 
 
Em weke rêxistina jinê bi hemû saziyên xwe ve yên hiqûqî û civakî qetilkirina jinan şermezar dikin. Banga me ji bo civakê heye ku hişmendiya berê ji nava xwe bavêjin û bi rêbazên rast pirsgirêkên xwe çareser bikin, bê ku jin bibe qurbaniya vê yekê. Her wiha daxwaza me ji edaletê heye ku bi rengekê hişk kesê sûcdar bê cezakirin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.