Ji bo çûyina Îmraliyê parêzerên Abdullah Ocalan serlêdan kirin

  • 11:00 1 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 mehan di navbera 2’ê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. 
 
Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin.