Endamên KPC-D'ê ji bo dibistana zimanê kurdî belavok belav kirin

  • 08:44 1 Îlon 2020
  • Rojane
HELEB - Endamên KPC-D'ê bi hatina sala nû ya xwendinê, bi hemleyekê belavok ji bo tomarkirina xwendevanan belav kirin.
 
Bi hatina sala nû ya xwendinê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) belavok ji bo tomarkirina xwendevanan li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê belav kir. Wê perwerdeya îsal di dibistana Qehreman de were dayîn. Her wiha belavokên bi nivîsa "Zimanê me hebûna me ye" bi dîwarên malên taxan hatin vekirin. Bi dehan mamosteyên KPC-D tevlî vê hemleyê bûn.
 
Têkildarî vê hemleyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Nezîre Reşîd nêrîna xwe wiha anî ser ziman: "Zimanê me hebûn û nasnameya me ye, divê ku em xwedî li zimanê xwe derkevin  û bi hev re zimanê xwe pêş bixînin. Em wek Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk tevî hemû mamosteyan me dest bi belavkirina belavokan kir da ku zarokên me werin qeyda xwe li dibistana zimanê kurdî ya Qehreman çêbikin. Hemleya me îro dest pê kir û hêviya me ew e ku hemû malbat zarokên xwe tomar bikin, ji ber zimanê mirovan hebûna mirovan e."