Li Dirbêsiyê jinek hat kuştin

  • 17:24 31 Tebax 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Li Dirbêsiyê Delal Diyap ji aliyê birayê xwe Elî Diyap ve hat kuştin 
 
Îro li taxa sînor a navçeya Dirbêsiyê jineke 20 salî a bi navê Delal Diyap ji aliyê birayê xwe Elî Diyap ve hat qetilkirin. Cenazeya Delal li ser rêya gundê Til Tişrîn ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê hat dîtin.
 
Hêzên Ewlehiya Hundirîn destnîşan kir ku wan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye. Her wiha dê sibehê derbarê bûyerê de Kongreya Star dê daxuyaniyek bide çapemeniyê.