Li Wanê li Parka Kale wê xeleka ji mirovan bê çêkirin

  • 16:29 31 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - HDP sibe bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Parka Kale heta Parka Kurtulûşê wê "Xleka ji mirovan" pêk bîne. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de sibe li hemû bajaran wê "Xeleka ji mirovan" pêk bîne. Ji van xelekan yek jê jî li Wanê wê pêk bê. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, hevkarên HDP'ê nûnerên wê, endamên meclisa partiyê, parlamenterên Wanê, Sezaî Temellî, Tayyip  Temel, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, parlamenterê Colemêrgê Saît Dede, yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu wê tevli çalakiyên bên lidarxistin bibin.
 
Li Parka Kale ya li Wanê wê bi dirêjahiya 500 metre "xeleka aştiyê"  bê çêkirin. Çalakiya ku wê saet di 13.00'an de li Parka Kale bê destpêkirin wê heta Parka Kurtuluşê bi meşê berdewam bike.