MEBYA-DER: Êrîşê nirxên kurdan dikin

  • 15:24 31 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas diyar kir ku bi mehan encama testa DNA'yê nayên aşkerakirin û got: "Ev tişt bi zanetî tên kirin û bi her awayî îşkence li malbatan dikin.Tenê daxwazek me ji malbatan heye bila mafê xwe biparêzin."
 
Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) têkildarî tahrîpkirina goristanan û radestgirtina cenazeyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de hervserokên MEBYA-DER’ê Yuksel Almas û Şehmus Karadag axivîn.
 
Yuksel, di destpêkê de bal kişand li ser rewşa Tirkiyeyê û got: “Li welatê me bi qasî 40 sal in şerek heye û berdewam dike. Yên ku her tim jê zirerê dibînin jî welatî ne. Di pêvajoya şer û pêvajoyên ku şer radiweste jî mafên mirovan tê binpêkirin. Her çiqas Tirkiye wekî piştgirî dide dadgeha Navneteweyî û peymanan erê dike ji, rastiya xwe de wehşet û îşkenceyên dij mirovahiyê didin meşandin. Em her roj bi nûçeyên qetilkirina mirovan an ji windakirina wan re çavê xwe vedikin. Weke komele bi qasî salekî ye em xebat didin meşandin. Heya niha, kesên ku nêzê xwe winda kirine bi sedema binpêkirina mafan re serî li saziya me dane. Di vê pêvajoyê de em bûn şahide bûyerên ne ji rêzê. Bi taybet ji malbatê ku xizmên xwe di şeran de windakirine di bin kijan derûniyê de dijîn û gefên siyasî li ser wan tên re em dibin şahit.”
 
Yuksel bal kişand li ser malbatên ku xizmên xwe di şeran de winda kirine û wiha axivî: “Gelek malbatên ji bo cenazeye xwe bigirin serî li dozgerî û qereqolan didin lê naghêjin armancê ji ber vê sedemê jî serî li saziya me didin. Em bi hev re ji diçin û serî li dozgeriyê didin. Gelek malbat ligel ku cenazeyên xwe tespît kirine jî cenazeyan nadin. Piştî ku encamên wan yên DNA’yê derdikevin ji bi nêzîkatiyên xerab re rûbirû dimînin. Li hemberî malbatan polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Li hemberî cenaze û malbatê bêrêziyek mezin tê kirin û gef li malbatê tê kirin. Mafên van malbatan tên binpêkirin. Her wiha pêkanîna ferzên çandî û olî jî tên astengkirin. Bi şertê ku kes beşdarî merasîma cenazeyê nebe destûre binaxkirinê didin. Destûra şuştina cenazeyê jî nadin.”
 
Yuksel wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî van kiryaran em ê têkoşîna xwe ya parastina mafên mirovan bidin berdewam kirin. Em ê bi malbatên ku bi vê armancê serlêdanan saziya me dikin re bibin alîkar. Tenê daxwazek me ji malbatan heye bila mafê xwe biparêzin û ji bêr vê yekê ji gav paş de neavêjin. Ji bo vê yekê ji bila serlêdanên saziya me pêk werin.”