Leyla Guven:Ger ku Ocalan biaxive wê aştî pêk bê

  • 11:20 31 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku peyama 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê da gelan, diyar kir ku aştiyê bi têkoşîna gelan dikare pêk bê. Leyla anî ziman ku kesê sereke yê aştiyê bîne vî welatî li îmraliyê tê girtin û wiha berdewam kir, " Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn misoger bibe deriyê Îmraliyê vekin û tecrîdê bi dawî bikin. Ger ku birez Oclan biaxive wê demê wê aştî û azadî jî pêk bê." 
 
1'Ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li her derê bi mîtîng û piîrozbahiyan tê pêşwazî kirin li herêm jî bi peyamên aştiyê ku tên dayîn derbas dibe. Vê salê ji ber rewşa pandemiyê wê ev roj bi awayê girseyî neyê pîrozkirin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di serî de Amed li herêmê wê 4 rojan di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de çalkiyan li dar bixe. Di çalakiyên ku bên kirin de wê bal bê kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln û polîtîkayên şer ên li herêmê.
 
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven derbarê çalakiyên ku wê di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bên li darxistin nirxandin kir û gel vexwndin tevlibûna çalakiyan. 
 
 'Jin hîna tên qetilkirin'
 
Leya diyar kir ku li cîhanê gel aştiyê dixwazin, lê aştî li cîhanê ne serwer e û wiha berdewam kir, "Li aliyekî cîhanê kes ji birçîna dimirin û li aliyê din jî ji ber xwarina zêde ku dixwin bi obezîteyê re têdikoşin. Li cîhanê nîvê civakan bi cudakariyê re rûbirû dimînin û nîvê wan jî ji ser pişta van kesan rant û serweriya xwe misoger dikin. Jinên ku nîvê cîhanê ne îna bi tundiyê re rûbirû dimînin. Hîna Gelê Kurd ku xwedî hejmareke xwe ya zêde heye bê sitatû maye û ji bo statuya xwe bi dest bixe têdikoşe. Dema em van hemûyan li ber çav bigirin em ê bibînin ku çiqas pêdivî bi aştiyê heye." 
 
'Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye'
 
Leyla bal kişand ser aştiyeke mayîn de ku pêdivî pê heye, ji bo her kesî aştî xwest û wiha dawî li axafitna xwe anî, "Em aştiyeke ku tu kes li ser kesên din serweriya xwe pêk neyne dixwazin. Em dixwazin ku reşik ji ber  rengên xwe, kurd ji ber nasnameya xwe û jin ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê zilmê nebînin.  Em di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dibêjin aştî. Lê qasidê aştiyê li Îmraliyê ye. Ger ku li vî welatî aştî tê xwestin, deriyê Îmraliyê vekin, bila birêz Ocalan biaxive ku aştî bê Rojhilata Navîn. Dema ku birêz Ocalan biaxive wê aştî û demokrasî pêk bê. Ez 1'ê Îlonê li tevahiya gelan pîroz dikim."