Li Erziromê cenazeyê zaroka du salî hat dîtin

  • 10:35 31 Tebax 2020
  • Rojane
ERZIROM - Li Taxa Azap a girêdayî navçeya  Xoresanê, zaroka 2 salî winda bibû. Piştî lêgerînê cenazeyê wê hat dîtin. 
 
Li Taxa Azap a girêdayî navçeya Xoresan a Erziromê, zaroka 2 salî Merve Bayrak duh piştî nîvro winda bibû. Dayika Merve Bayrak a li Taxa Dalbaşi, ji bo ku beşdarî daweta xizmên xwe yên li Taxa Azap dijîn bibin, keça xwe Merve jî bi xwe re biribû. Li wê derê Merveya biçûk winda bibû. Welatî û leşker li ser windabûna Merve dest bi xebatên lêgerînê kirin. Piştî xebatên lêgerînê 10 kîlometre dûrî gund cenazeyê Merve Bayrak dîtin. Cenaze rakirin nexweşxaneya dewletê ya Navçeyê. Piştî karê otopsiyê dê cenaze defin bikin.