Li Mêrdînê jinek hat qetilkirin

  • 10:34 31 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Şemraxê Ekrem Ozel, Melîha Kaya qetil kir.
 
Li taxa Dirîn a Şemraxa Mêrdîn, Ekrem Ozel li ser xesû û xezûrê keça xwe yên li nav erd avdan dikin gûle barandin, di encamê de Melîha Kaya (50) jiyana xwe ji dest da û Abdurrahman Kaya jî ji lingê xwe birîndar bû. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tendirustî û polîs hatin cihê bûyerê.
 
Abdurrahman Kaya rakirin nexweşxaneya navçeyê û cenazeyê Melîhayê jî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxanyê.
 
Derbarê bersûc Ekrem Ozel ê ku ji cihê bûyerê reviya jî xebatên girtinê hatin destpêkirin.