‘Tacîz û tecawizên li herêmê berhema polîtîkayên şerê taybet in’

  • 09:06 31 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Çawîşê Pispor ê bi navê Musa Orhan ku tecawizê Îpek Er kir û bû sedema ku întîxar bike, hat tahliyekirin. Siyasetmedar û aktîvîstan diyar kirin ku ev polîtîkaya şerê taybet e û wiha gotin: “Belkî jî amîrên wî yên ku dibêjin ‘te baş kir şêrê min’ hene.”
 
Demek nêz de jina bi navê Îpek Er û Fatma Altinmakas hatin qetilkirin û vê pêvajoyê carek din nîşan da ku sûcên şîdet, tecawiz û kuştinên li hember jinan bê ceza dimîne. Li Êlihê jina bi navê Îpek Er bi tecawiza çawîşê pispor Musa Orhan re rûbirû hat û li ser vê Îpek Er întîxar kiribû. Lê gumanbar Musa Orhan hat tahliyekirin. Li Muşê jî Fatma Altinmakas ya ku ji ber wergervanê kurdî tunebû parastin ji bo wê nehat dayîn li ber çavan hat qetilkirin.
 
Siyasetmedar û aktîvîstan geşedanên li herêman nirxandin.
 
‘Belkî jî amîrên ku wan pîroz dikin hene’
 
Cigira Serokê partiya Azadî û Mirovan, Menîce Gulmez gotinên Musa Orhan yên ji Îpekê re gotine yên wekê ‘Tiştek bi min nayê min berê jî kiribû’ bibîr xist û daxuyakirin ku ev jî nîşan dide ku dewlet gumanbarên tecawizê diparêze.
Menîceyê destnîşan kir ku ger ku kesên saziyên li dewletê van bûyeran veşêrin wê mirov bi kê bawer bikin û wiha got: “Jinek rastî tecawizê tê, canê xwe digire. Lê gumabar nayê binçavkirin jî. Negirtina vî keî derdixe holê ku mekanîzmaya dewletê çiqas ji rê derketiye. Belkî jî amîrên wî yên ku dibêjin ‘te baş kir şêrê min’ û pîroz dikin hene. Em li welatek wisa dijîn.”
 
‘Divê wezîr îstîfa bike’
 
Menîceyê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de gotinên wezîrê karên hundir yên Suleyman Soylu ku der barê mirina Îpek Er de jî yên wekê ‘cenaze, cenazeyê me ye’ jî bi bîr xsit û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tê wateya ku bûyer tê zivikirin û ji rêzêkirin. Li welatekî ku sûcekî wisa tê kirin divê wezîr îstîfa bike. Ev tiştê hatine jiyîn êrîşek sîstematîk a li hember gelê Kurde. Ev rêbazek şer a li dijî gelê Kurd e.”
 
‘Polîtîka şerê taybet pêk tê’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynur Sarica jî daxuyakirin ku ew bi polîtîkayên şerê taybet re rûbirû ne û ev tişt anî ziman: “Li bajarên herêmê li zanîngehên bajarên biçûk li hember jinên ciwan polîtîkayên taybet pêk tên. Bûyera li Êlihê hat jiyîn dewletê xwest bi rojeveke din biguhere. Her çiqas gumabar bê teşhîrkirin jî mixabin bi qedexeya derketina derveyê welat û durxistinê hat xelatkirin. Ev jî tê wateya ku polîtîka şerê taybet didome. Peyama vê tê dayîn. Me der barê vê de bi jinan re hevdîtin kir û me got ku em li ser vê dikarin çi bikin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û ji kesên van polîtîkayên qirêj dimeşînin hesab bipirsin.”
 
‘Ev polîtîka wê me têk nebin’
 
Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Sînem Seven jî wiha got: “Çawîşên pispor û polîs bi taybet bi jinên ciwan re dikevin têkiliyê û hewl didin ku asîmîle bikin. Ev polîtîkayên şerê taybetin. Ev polîtîka wê me têk nebin. Em van tiştên tên jiyîn divê derxin holê û gelê xwe hişyar bikin.”