‘Li aliyekî koçberî û li aliyekî şewb zahmetiyên me zêde dibin’

  • 09:01 31 Tebax 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên ji Herêma Efrînê derbarê xeteriya  vîrûsa koronayê li ser jiyana mirovên temen mezin nêrînên xwe anîn ziman û gotin: " Dermanên nexweşiyên me peyda nabin û bi vê rewşa vîrûsê re jiyana me bêhtir dikeve xeterê. "
 
Nexweşiyên demdirêj yên ku bi mirovan re derdikevin dibin sedema lawazbûna laş. Bi taybet kesên temen mezin mezin yên ku nexweşiyên wan ên şekir, dil û nexweşiya bîhnçikandinê bi wan re hene di vê rwşa belavbûna vîrusa koronayê de jiyana wan bêhtir dikeve xeterê. Têkildarî mijarê jinên ku temenê yên ji  Herêma Efrînê derbarê xeteriya  vîrûsa Koronayê ku bandoreke çawa li wan dike de axivîn.
 
'Korona jiyana me dike xeterê'
 
Jina bi navê Emîne Sîdo a 70'ê salî ku ji gundê Gûbekê yê navçeya Mabeta ya Herêma Efrînê ye û nexweşiya dil pê re heye da zanîn ku bi derketina vîrûsa Koronayê ew zêdetir tenduristiya xwe diparêzê û wiha domand: "Ev demek dirêje ku nexweşiya dil bi min re heye û bîhna min diçike.  Piştî ku me ji Efrînê koç kir û em li kampan hatin belavkirin nexweşiyên min bêhtir bandor li min kirin. Piştî ku vîrusa koronayê belav bû ez hewl didim ku bêhtir baldar bim. Lê vîrus bandorê li ser me jî dike ji ber ku divê em biçin nexweşxanê lê ji ber xeteriya vîrusê em newêrin biçin û nexweşî jî bandora xwe zêde dikin. Ji ber wê korona ji bo jiyana me jî xeteriyek mezin bi xwe re tîne." 
 
'Nexweşî û koçberî bi hev re zehmet in'
 
Emîne bal kişand ser rewşa koçberiyê û di vê rewşê de nexweşî  û wiha pê de çû: " Ji ber ku em ji cih û warên xwe hatin koçberkirin em bi zahmetî debara xwe dikin û şertên me yên jiyanê jî zahmet in. Lê dema ku nexweşî jî hebe rewş bêhtir zahmet dibe. Ji ber vîrusê em naxwazin biçin nexweşxaneyan û ji ber ku nexweş zêde ne em nikarin ji bo xwe dermanan jî peyda bikin. Ji ber vê divê em li kapê li rewşa xwe baldar bin. Divê her malbatek jî di ferqa vê xeteriyê de be û bi taybet jî yên ku xizmên wan ên temen mezin hebin."
 
'Parastina tenduristiyê pir girîng e'
 
 Fatme Mûsê ya 55 salî jî ser girîngiya parastina ji vîrûsê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ev 5 sal in ku nexweşiya min ya şekir heye. Nexweşî dem bi dem li min giran dibe. Di vê rewşa derketina vîrûsê de parastina tenduristiyê pir girîng e. Em hêvî dikin ku dermanên nexweşiyên me bên peydakirin, da ku em bikaribin tenduristiya xwe biparêzin."