Li Mexmûrê kursa zimanê erebî dest pê kir

  • 08:46 31 Tebax 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan Mexmûrê ji aliyê Akademiye Şehîd Jiyan ve ji bo kesên dixwazin zimanê erebî hîn binin, kurs hat vekirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan ve ji bo kesên ku dixwazin zimanê Erebî fêr bibin, kurs hat vekirin. Kursa zimanê edebî li Akademiya Şehîd Jiyanê bi tevlîbûna 13 jinên ciwan pêk tê û wê 20 rojan bidome. Axaftina vekirinê ji aliyê endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Cîhan Kaplan ve hat kirin. 
 
‘Siyaseta qirej li ser jinê te meşandin’
 
Cihan Kaplan di destpêkê de kursa zimanê erebî li tevayî delegeyan pîroz kir û wiha behsa girîngiya zimanan kir:"  Di dîrokê heta îro tevahî cîhan dixwazê Gelê Kurd tunê bike û taybet ji dixwazin jinê tunê bikin. Siyaseta qirej hemû li ser jinê te meşandin. Ji bo ku jin nezan be û ji bo jin vegerê koletiya berê, şerê fizikî û psîkolojîk  li ser jinê didin meşandin. Bi felsefa Rêber Apo jin şerêkî muhazam dide, hem ji aliyê çekdarî û hem jî aliyê zanabûn”.
 
Cîhan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em xwe biparezin pewistê xwe ferî hemû zimanan bikin. Ger civakek nezan be ev ji kêmasiya ji perwerde û ziman tê. Dubare kursa zimanê erebî li tevayî delegeyan pîroz dikim."
 
Mamostaya zimanê erebî Nesrîn Silêman Ebûd: "Jinên ciwan xwestin fêri zimanê erebî bibin,  em ji bi van xwestêkavan gelek keyfxweş in. Em ê hewil bidin ku jinên ciwan fêri hemû zimanan bikin.”
 
Piştî axaftina vekirinê kursa zimanê erebî bi fermî hat destpêkirin.