Li Rihayê banga tevlibûna çalakiya "Xeleka Aştiyê" hat kirin

  • 17:43 30 Tebax 2020
  • Rojane
RIHA - HDP'ê li Rihayê banga tevlibûna "Xeleka Aştiyê" ya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhan li gel kir. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Rihayê di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a partiya xwe li Rihayê serdana esnaf û gel kir. Parlamenter û rêveberên HDP’ê ji bo çalakiya “xeleka aştiyê” ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê serdana esnaf kirin û civînên gel li dar xistin. HDP’iyan li navçeya navendî Eyyûbiye, navçeyên derve Curnê Reş û Pirsûsê serdanan kirin û welatî vexwendin çalakiyê. 
 
Li Pirsûsê çalakî
 
Parlamnterê HDP’ê yê Rihayê û şandeya li gel wî serdanên xwe li Pirsûsê pêk anîn û ewilî çûn serdana gundê Elîgorê. Şande piştre derbasî avahiya HDP’ê ya Pirsûsê bû û civîna gel li dar xist. Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner û endamê Meclîsa HDP’ê Îzzet Karadag ewilî axivîn û li dijî tecrîtkirina Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
Parlamenter Nûsrettîn Maçîn jî da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan li pêşiya perspektîfa çareseriyê astengî ye û got: “Temînata aştiyê birêz Ocalan e. Divê tecrîd demildest were rakirin.” 
 
Eyyubiye  
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gegerlîoglû û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û rêveberên partiya xwe li navçeya navendî Eyyubiye serdana esnaf û saziyan kirin û banga çalakiya “xeleka aştiyê” kirin. 
Şande paşê çû serdana Odeya Bijîşkan a Rihayê. 
 
Curnêreş 
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û şandeya li gel wê çûn navçeya Curnê Reş û serdana malbat, gund û esnafan kirin û belavokên banga beşdariya “xeleka aştiyê” belav kirin.