Kongreya Star: Aşitî ava ku agirê şer vemirîne ye

  • 14:56 30 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî 1'ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê  pîroz kir.
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî 1'ê Îlonê Roja aşitiyê ya Cîhanê pîroz kir û dan zanîn ku Divê were zanîn ku aştî yek ji qonaxên herî girîng yên jiyanê ye û ew ne tenê di asta siyasî de ji hundir mirov de dest pê dike.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di têkoşîna em didin gelek bi wate ye. Em vê rojê di serî de li jinan û li hemû şehîdên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan pîroz dikin. Li cîhanê niha li gelek deveran şer heye. Aştî ava ku agirê şer vemirîne ye.
 
Herkes pêwiste di serî de di hundirê wî de aşitiya giyanî hebe, ji ber ku ev bandora erênî li ser civak û netewan dike. Ev ne tenê gotineke ku tê gotin, di heman demê de çalakiyeke ku têde têgihiştina bi hezkirin û aramîbûnê bi hev re tê jiyîn e.  Li gel şert û mercên nebaş ên herêmê jî nexşeyek ji bo aşitî û azadiyê bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat amadekirin. Projeya netewa demokratîk di hundirê xwe  de ewlehî û aşitiyê dihewîne.  Ji ber ku aşitî bêyî demokrasiyê pêk nayê. Aşitî û demokrasî bi hev re hevkarî û yekitiyê pêk tînin û armanc ewlehiya her kesî ye.  Di zêhniyeta zilam de herdem şer û pevçûn cih digire, lê jinan  karê ku pê rabûn ji bo her kesî aştî xwestin."