Li Rojava hêjmara kesên bi vîrûsê ketine gihêşt 544 kesî
- 13:17 30 Tebax 2020
- Rojane
QAMIŞLO- Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 17 kesên îro bi bi şewba vîrusa koronayê ketine û bi van daneyan re hejmara giştî ya kesên bi vîrusê ketine gihêştiye 544 kesî.
Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 17 kesên îro bi bi şewba vîrusa koronayê ketine û bi van daneyan re hejmara giştî ya kesên bi vîrusê ketine gihêştiye 544 kesî. Hevserkê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku îro 17 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan kesekî jiyana xwe ji dest daye û 10 kesên bi vîrusê jî derbas kirine û rewşa wan baş e. Herwiha Ciwan da zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest daye jî 70 salî û ji Şehbayê ye.
Li gorî daneyên Desteya Tendirustiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hejmar bi giştî wiha ye: 8 kes li Qamişlo, 3 li Hesekê, 3 kes li Dêrikê, yek li Amûdê, yek li Rimêlan û kesekî din jî ji Tilkoçerê bi vîrusê ketine. Hêjmara kesên ku heta niha bi vîrûsê ketine gihêştiye 544 kesî, ji wan 35 kesî jiyana xwe ji dest daye û 98 kes jî ji vîrusê pak bûne.