Ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin
- 11:30 30 Tebax 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ji aliyê komeke ronakbîr û kesayetên girîng ên li Herêma Federal a Kurdistanê ve kampanya îmzeyê hat destpêkirin.
Ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ji aliyê komeke ronakbîr û kesayetên girîng ên li Herêma Federal a Kurdistanê ve kampanya îmzeyê hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanayaya ku duh êvarê li ser telekonferansê hat destpêkirin de li ser tecrîd û komploya li hember Abdullah Ocalan nirxandin hat kirin. Kampanya wê 15 rojan berdewam bike.
Îmzeyên ku di çarçoveya vê kampanyayê de bên topkirin wê ji Netweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê û
ji balyozxaneyên Herêma Federal a Kurdistanê re bên şandin.
Kesên ku bixwazin tevli kampanyayê bibin dikarin ji ser vê lînkê tevli bibin: