Li Belçîkayê ji bo Abdullah Ocalan çalakî

  • 09:24 30 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîda li ser Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Anversê yê Belçîkayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîd hat şermezarkirin.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Anvers ê Belçîkayê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku ji aliyê Meclisa Gel a Belçîkayê (NAV-BEL) û Yekitiya Jinên Kurda a Belçîkayê  (YJK-B) ve hat lidarxisin de posterên Rêberên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di çalakiya hat lidarxistin de bang li CPT'ê hat kirn ku peywira xwe bi cih bîne. 
 
Çalkî bi dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Jin, jiyan azadî" û "Ji Oclan re azadî" bi dawî bû.