Di nameya ku Kanîte li dû xwe hişt de çi nivîsiye?

  • 09:14 30 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku Kanîte Akarslan a li Midyata Mêrdînê bi awayê bigûman jiyana xwe ji dest da li dû xwe nameyek hiştiye.  Nameya ku ji aliyê cendirmeyên hatin malê ve hat desteserkirin radestî serdozgeriyê hatiye kirin. Malbata kanîteyê diyar kir ku ew ê pêşiya bûyerê bernedin.
 
Li gundê Enhil ê Midyata Mêrdînê di 26'ê Tebxê de jina bi navê Kanîta Akarslan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dabû. 
Bi lêpirsîna ku derbarê mirina Kanîteyê de hat destpêkirin re li bajêr hejmara jinên ku bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dan bû 8 kes.   
 
Li gorî agahiyên ku ji malbata Kanîteyê hatin giritn, hat diyarkirin ku saet li doara 10.00 di dema ku tu kes li malê tune bû xuşka Kanîtayê ku hatiye malê cenazeyê wê dîtiye. Li ser qêrîna xuşka Kanîtayê kesên derdorê ku hatin cihê bûyerê bûyer ji cendermeyan re ragihandine. Cendirmeyên ku hatine cihê bûyer nehiştine ku piştî wan tu kes bikeve malê. 
 
Di hembêza wê de name hatiye dîtin
 
Piştî ku cenazeyê Kanîtayê ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin di serî de birine Mêrdînê û piştre jî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê û di heman rojê de cenaze hatiye definkirin. Li gel ku hîna rapora otopsya li ser cenazeyê Kanîteyê hîna aşkera nebûye malbata wê diyar kir ku di hebêza wê de nameyek hatiye dîtin. 
 
Malbatê diyar kir ku name nedane wan û ji aliyê cendirmeyan ve radestî Serdozgeriya Komarê ya Midyatê hatiye kirin. Malbatê diyar kir ku name dikare sedema mirina Kanîteyê aşkera bike û gotin ku ew ê şopdarên dozê bin.