‘Biryara tahliyeyê wê pêşiya sûcên nû veke’

  • 09:12 30 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bertek nîşanê tahliyekirina gumanbarê tecawizê, çawîşê pispor Mûsa Orhan dan û diyar kirin ku wê tahliye pêşî li sûcên nû vebike û gotin divê Musa Orhan demildest bê girtin.
 
Jina bi navê Îpek Er li Sêrtê bi tecawizê re rûbirû ma, di 16’ê tîrmehê de li navçeya Beşîrî a Êlihê hewl da întîxar bike û di 18’ê tîrmehê de li nexweşxaneya ku dima jiyana xwe ji dest da. Derbarê mirina Îpekê de bi sûcê "istîsmara zayendî" doz hat vekirin û di encama bertekên raya giştî de di 19’ê tebaxê de çawîşê pispor Mûsa Orhan hat girtin, lê piştre serbest hat berdan. Endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bertek nîşanê biryarê dan. 
 
Melîke Bîsîkletçîler diyar kir ku berê jî bi dehan carî bi mînakên bêcezahiştinê re hatine rû hev û wiha berdewam kir: “Demên dawiyê de li pey hev întîxarên jinan û şîdetali ser jinan tê jiyîn. Divê gumanbar demildest bê girtin û edelet pêk bê. Bi taybet li Mêrdîn û bajarên derdorê em dibînin ku berbaz û çawîşên pispor di nav gumanbaran de ne. Ev jî polîtîkayên şer û şîdetê yên dewletê re eleqedere. Ev bêcezabûn nikare bê qebûlkirin. Têkoşîna me wê li dijî vê bidome.”
 
Renas Abuşu jî destnîşan kir ku şîdeta li ser jinê di dema AKP’ê de gihiştiye asta herî jor û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê di 18 salî de bi destê dewletê 18 hezar jin hatin qetilkirin. Desthilatdariya ku hewl dide jinan bike bin serdestiya xwe divê bizane ku her kuştina jinekê polîtîke. Em jin wê li dijî vê polîtîkaya bêcezabûnê têkoşînê bimeşînin. Divê Peymana Stenbolê pêk bê.”