‘Ez ê li dijî zilm û zextan li pêy doza xwe bim'

  • 09:06 30 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Melek Yaman di salên 90'î de bi zext û zordariyê re rûbirû maye û got: "Gundê me hat şewidandin, em koçber bûn û kurê min li dijî zext û zordariyê berê xwe da çiyê û şehîd ket. Jiyana min her tim bi têkoşînê derbas bû û heta ku dilopekê xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin." 
 
Li ser vê erdnegariya kurd lê dijîn bi hezaran çîrokên bi êş û berxwedanê hene. Dema ku zarokên wî welatî ji bo azadî û edaletê tercihekî dikin li pêy xwe çîrokek dihêl in. Dayikên wan jî xwedî li wan çîrokan derdikevin. Farqîna Amedê di salên 1990'an û 1994'an de kiryarên hizbûllahê gelek zêdebûn û di encama êrîşan de bi sedan şêniyên vî navçeyê hatin kuştin. Gelek gundên Farqînê hatin şewidandin û valakirin. Koçberî li wan hatin ferzkirin. Yek jî wan malbata Melek Yaman (60) bû. 
 
Di salên 90'î de gundê Melekê hat şewidandin û Melek jî bi zarokên xwe de berê xwe da Farqînê. Melek dayika 11 zaroka ne. Melek wekî bi hezaran dayikên din di nava şert û mercên şer de zarokên xwe mezin kiriye. Kurê Melekê Hesen 8 sal beriya niha li dijî zextan berê xwe daye nava tevgera azadiyê û 3 sal beriya niha jî di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Koberê Farqînê bûn
 
Melek di axaftina xwe de bal kişand ser zilmê ku pêk hatî û got: "Ev bû 30 sal em hatin Farqînê. Dema em li gund bûn me debara xwe bi çandiniya titûnê dikir û pê zarokên xwe xwedî dikir. Di salên 90'î de rewşa me guherî û êdî li hemberî me zilm û heqaret dest pê kir. Êşên ku me di vê demê de keşand nayê ser ziman. Êdî êrîş û zextên dewletê dest pê kirin. Herî dawiyê jî gundê me hat şewidandin. Mal û mulkê me hat şewitandin û gelek kes hatin kuştin. Koçberî li me ferzkirin û ji neçariyê jî me gund û warê xwe terk kir û em koçberê Farqînê bûn." 
 
'Tu carî ji zilm û zextan rizgar nebûn'
 
Malbata Melekê dema hat navçeyê jî dîsa bi zextan re rûbirû diman, gelek caran zarokên wê hatin binçavkirin û hatin girtin. Tu carî ji zilm û zextan rizgar nebûne. Li dijî zilm û zextan kurê Melekê berê xwe dide çiyê û Melek wiha hest û ramanê xwe tîne ziman: "8 sal beriya niha kurê min Hesen berê xwe da çiye. Min hest û ramanê xwe her tim bi kilaman dianî ziman. Ji ber ku ji bilî kilaman min nedikarî ez hêstên xwe baş bînim ziman. 3 beriya niha jî min kurê min Hesen şehid ket. Kurê min li dijî zext û zordariyê berê xwe da bû çiye."
 
'Ez ê li pêy doza xwe bim'
 
Piştî ku Hesen jiyana xwe ji dest da Melek bêtir bi klaman dert û kulên xwe dianî ziman. Melek wiha axivî: "Ez her tim dibêjim heta dilopek xwîn di canê min de hebe ez ê li ber xwe bidim. Ez ê her tim pey doza xwe bim. Em ne Sûrê, ne Cîzîrê û ne jî kurdên 7 salî û heta 70 salî hatî kuştin ji bîrdikin!"