Meclîsa Edaletê ya Jinan ji bo Ebrû Tîmtîk daxuyanî dan

  • 14:45 29 Tebax 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Meclîsa Edaletê ya Jinê ya Herêma Firatê û Yekîtiya Parêzeran derbarê parêzer Ebrû Tîmtîk de daxuyaniyekî dan û gotin: "Em bang li gelên neteweyî, desteya navdewletî ya jinê, rêxistinên hiqûqnas û dewletên serbixwe dikin ku di derbarê şehadeta parêzer Ebrû Tîmtîk de hesab ji dewleta tirk were xwestin."
 
Parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza "Darizandinek adîlane" bi hempîşeyê xwe Aytaç Ûnsal re ketibû rojiya mirinê û duh li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Têkildarî vê mijarê  Meclîsa Edaletê ya Jinê ya Herêma Firatê û Yekîtiya Parêzeran li pêşiya Dadgeha Gel daxuyaniyekê dan. Di daxuyaniyê de parêzer, dadmend, endamên edaletê û hemû saziyên jin beşdar bûn. Di daxuayaniyê de wêneyên parêzer Ebrû Tîmtîk û Zehra Berkel hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama meclîsê Merwe Ehmed ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Di demeke ku dewleta tirk rê û rêbazên hov li ser girtiyên siyasî û hiqûqnas dide meşandin û belgeyên navneteweyî binpêdike û hemû rêgezên girtiyan binpê dike. Em jî wek Meclîsa Edaletê ya Jinan û Yekîtiya Parêzerên Herêma Firatê kiryarên dewleta tirk yên bê edalet ku li ser herdû parêzeran dan meşandin û li gor edalet û zagonan mafên wan hatin binpêkirin em şermezar dikin.
 
Dewleta tirk 13 sal ceza li ser parêzer Ebrû Tîmtîk û 10 sal ceza li ser hevalê wê Aytaç Ûnsal birî. Ji bo vê jî her du parêzeran di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
Em di derbarê şehadeta parêzer Ebrû de dewleta tirk berpirsiyar dibînin. Em bang li gelên neteweyî, desteya navdewletî ya jinê, rêxistinên hiqûqnas û dewletên serbixwe dikin ku di derbarê şehadeta parêzer Ebrû Tîmtîk de hesab ji dewleta tirk were xwestin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.