Mêrê ku ji girtîgehê fîrar kir Remziye Yoldaş qetil kir

  • 14:32 29 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Remziye Yoldaş ji aliyê Veysî Yoldaş ê ku ji girtîgehê fîrarkiriye ve li pêş zaroka 8 salî hat qetilkirin. Xaleta Remziyeyê Hatîce daxwaza girtina Veysî kir û got: "Sûcdar ne tenê Veysî ye yên ku wî ji dervê dihêlin jî sûcdar in. Em kujerê Remziyeyê efû nakin."
 
Remziye Yoldaş ji hêla mêrê ku pê re zewîcî Veysî Yoldaş ve hat qetilkirin. Remziye li pêş çave zaroka xwe ya 8 salî hat kuştin.Veysî Yoldaş ê ku demek dirêj e li girtîgehê fîrar kiribû piştî Remziye kuşt ji cihê bûyerê rewiya. Cenazeyê Remziyeyê duh şev rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. 
 
Li gorî agahiya malbata Remziyeyê ji ber ku li nexweşxaneyê kîta vîrûsa koronayê nîne nikarin cenazeyê xwe bigirin û defin bikin. Xaleta Remziyeyê Hatîce Turan derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
'Her tim bi şîdetê re rûbirû dima'
 
Hatîce di axaftina xwe de wiha behsa Remziyeyê kir: “Remziye 9 sal beriya niha bi Veysî Yoldaş re zewicî. Remziye her tim bi şîdeta Veysî re rûbirû dima. Her wiha Remziye bi şîdeta fîzîkî û derûnî yê bav û birayê Veysî re jî rûbirû dima. Di hêla bîrindarkirin, bikaranîn hişbirê û hwd gelek sabiqayê wî hene. Gelek caran hatiye girtin lê tu carî demdirêj li girtîgehê nemaye. Beriya niha ji ber ku polîsekî birîndar kir hat binçavkirin û piştre hat girtin. Wî şandin girtîgeha vekirî."
 
'Her tim dihat tehdîtkirin'
 
Hatîce, destnîşan kir ku piştî demekî Veysî ji girtîgehê fîrar dike û dikeve li pêy Remziyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi rêya telefonê Remziye tehdît dikir. Digot 'Heke tu bi min re nejî ez ê te, birayê te, bavê te û malbata te bikujim'. Remziye hewl dida ku bide fêm kirin ku jiyana bi qaçaxî nabe. Herî dawiyê Remziye doza hevberdanê vekir. Lê Remziye her tim ji hêla Veysî ve dihat tehdîtkirin. Heta rojekî Remziye polîsan re telefonê vedike û alîkarî dixweze û dibêje 'Veysî li taxê ye' lê polîsan wê bawer nekirin û nayên taxê. Piştî demekî kurt Veysî bi çekê tê li ber deriyê Remziyeyê li ber çavê zaroka 8 salî Remziyeyê dikuje. Heta ku cîran û malbat tên hewarê Veysî ji cihê bûyerê direve û heta niha jî nehatiye girtin." 
 
'Bila Veysî bê girtin'
 
Hatîce di dawiya axaftina xwe de xwest edalet pêk bê û got: “Sûcdar ne tenê Veysî ye û kesên ku wî azad berdane jî sûcdar in. Em teqez vê yekê qebûl nakin. Emê li pişt bûyerê bin. Êdî bes Remziye bên kuştin. Ez bang li rayedarên dewletê û dozvanan dikim, bila xwe bêxin cihê zaroka Remziye a 8 salî û ew êdî bi kîjan derûniyê bijî û mezin bibe, hûn bifikirin. Em edaletê dixwazin. Bila Veysî bê girtin."