Şewata li Çiyayê Cudî 3 roj in berdewam dike

  • 10:22 29 Tebax 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Çiyayê Cudî yê li hemberê navenda Şirnexê şewata ku 3 roj in berdewam dike, hêj jî mudaxale nayê kirin.
 
Li Çiyayê Cudî ku li hemberî navenda Şirnexê ye şewat derketiye û şewata ku derketiye 3 roj in didome. Şewat li herêma bejahî li nêzî gundê Sêgoşe, Gundikê Remo, Nevana û Cîfanê derketiye û heta îro jî didome. Her wiha hat diyar kirin ku hêj jî mudaxaleyê şewatê nehatiye kirin. Ji ber şewatê gelek baxce û zeviyên gundiyan jî şewîtîne.